Sînor

Sînor

Sînor di bedena civata me de birîneke pir kûr e. Neyaran welatê me kirine kerî û parî. Di nava bax û baxçeyên me de sînor kişandine. Xal li Binxetê, xwarzî li Serxetê maye.
Di 1952an de Tirkiye nava hêza NATOyê û bi mayinên NATOyê sînorê nava xwe û Sûrî seranser mayin kiriye. Ew şev dê sê welatperwer ji Binxetê derkevin Serxetê. Xêncî mayinan têlstirî honandine. Li pişta têlan kemîn û kozikên leşkerî leşkerdagirtî. Heya niha bi hezaran Kurd di vî sînorî de telef bûne, kulek û seqet mane. Ev roman qala hurmîn û gurmîna yek şeveke vî sînorî dike. Temamê romanê qala şeveke SÎNOR e. Heyecan, huner, mêrxasî, hêjayî xwendinê ye.

Navê Kitêbê Sînor
Navê Orîjînal -
Nivîskar Xurşîd Mîrzengî
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383240
Cûre Roman
Rûpel 232
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg --