Belqitî

Belqitî

Romana Belqitî, behsa heyama avabûna Komara Tirkiyê dike. Belqitî dibe eyneyek sosyolojîk bo qewimînên wê demê. Herwekî qedexebûna zimanê Kurdî, zulma zabitên dewletê û têkiliyên navbera gundî û bajariyan… Şaşik, kum û kolos qedexe... dema “şoreşa şewqê” ye. Qehremanê romanê Belqitî, jiyana wî li gundekî dest pê dike û li bajarê Diyarbekirê dewam dike. Bi vî awayî roman hem behsa jiyana gundewarî û hem jî ya bajarvaniyê dike. Belqitî, ji ber nezanên gundê xwe direve, diçe bajêr; li wir jî rastî zilma dewletê tê. Li hemberî vê zilmê çiqas diçe dibe fenek û koneyek wisa ku êdî nayê kontrolkirin. Çi zor û zehmetîyên ku desrdikevin pêşîya wî ji wan re serî natewîne.

Navê Kitêbê Belqitî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Xurşîd Mîrzengî
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786055053734
Cûre Roman
Rûpel 272
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 1
Berg Karton