Seta Hemû Berhemên Şikoyê Hesen

Seta Hemû Berhemên Şikoyê Hesen

Meremê Dilê Kurd

Sala 1970î berhevoka wî ya helbesta: “Meremê Dilê Kurd”, lê sala 1977an, êdî salek ji pey wefeta wî ra berhevoka “Perweza Weten” çap bûn. Xêncî van her çar berhevokan, gelek efrandinên wî bi wergera zimanê Rûsî, Ermenî û Gurckî neşir bûne. Hinek jî bi destnivîsar li cem qewmê wî mane.
Şikoyê Hesen li nav helbestvanên Kurdê Sovyêtê yê wê demê da yê herî xwendî û zaneyê edebiyetê, ziman û zargotinê bû. Ewî hem zimanê Kurdî, hem edebiyeta cîhanê, hem jî zargotina Kurdî rind zanîbû.
Eskerê Boyîk

Perweza Weten

Jiyana helbestvan kin, di nava tengasiyan, tunebûnê û rewşa tiragîk da derbas bû. Gelek zehmetî, derd û êş para wî ketin. Di nav wê jiyana gewre bêreng da helbestvan bi poêziya xwe ronayîke batinî anî nava edebiyeta Kurdên Sovêtê. Dema berhemên wî dixûnî nayê texmînkirin ku ev helbestên tije ronayî, hizkirin ji ber qelema helbestvanekî li nava tengasiyan, derd û êşan, halê giran derketine. Tê bêjî ku helbestvan ji rewşa dora xwe ?êbûyî, ji wan qewl qanûnê dewletê, neheqiyên civaka dora xwe gazin nîne? Min tim xwestiye ji xwe ra wê surê vekim, bihesim ?awa ew rewşa jiyana helbestvan siya xwe neavêtiye ser berhemên wî, baweriya wî, efrandariya wî. Dibe ew ji ruhê wî yî paqij, baweriya wî berbi pêşîrojê, xweşbîniya xeysetê wî yî ronayî tê.
Eskerê Boyîk

Qalçîçek

Berhevoka helbestên wî ya ewilîn: “Qalçîçek” sala 1961ê li Yêrêvanê hate weşandin. Bi vê berhevokê Şiko wek helbestvanekî xweyîşuhret di nav xwendevanan da hate naskirin û hezkirin. Li nav “helbest - lihevanînên” helbestvanên wê demê yê bêtehm-bêreng da, Qalçîçek wek baqek kulîlkên berbiharê yên rengîn di nav helbestên Kurdî da xuliqîbû. Helbestvanekî esil peyayî meydana edebiyeta Kurdê Sovêtê bûbû. Ev xeta hema der heqa wî da ne:
Tu dengbêjê ´erş û ´erda,
Tu dengbêjê baxçê nûr,
Tu mêzîna dilê benda,
Eşq û şaya huba nûr.
Eskerê Boyîk

Tembûrê Kurda

Berhevoka Şiko ya duda: “Tembûrê Kurda” sala 1965an hat weşandin. Eva, tev çend berhevokên helbestvanên me ye nû, yên din, wê demê bûn xemla textê xwendevanên Kurd e edebiyethez. Gelek helbestên vê berhevokê paşwextiyê bûn stiranên hezkirî. Bi texmîna min ev berhevok kulîlka poêziya Şikoyê Hesen e. Di wede da, der heqa vê berhevokê da rojnemevan Hesenê Qeşeng gotareke rexnegeriyê nivîsiye. Wê gotarê da Tembûra Kurda tê qîmetkirin çawa destanîneke edebiyeta Kurdên Sovêtê.
Eskerê Boyîk

Navê Kitêbê Seta Hemû Berhemên Şikoyê Hesen
Navê Orîjînal -
Nivîskar Şikoyê Hesen
Wergêr / Lêkolîner Ömer Faruk Feyat
ISBN 112233445566
Cûre Helbest
Rûpel 200
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg --