Eşqname 100 Xezelên Mewlana yên Bijartî

Eşqname 100 Xezelên Mewlana yên Bijartî

Herçiqas nav û dengê Mewlana bi berhema wî ya nemir bi Mesnewiyê li cîhanê belav bûbe jî, Dîwana Şems jî ji aliyê erbabên heqîqet û merîfetê ve xwedî meqamekî gelekî bilind e. Ger em bixwazin navekî din li Dîwana Şems bikin, em dikarin wê wek dîwana eşqê û dîwana evîndariyê bi nav bikin. Her xwendevanek tenê ji bo çend saetan be jî li rûpelên vê pirtûka muezzem mêze bike, dê bibîne ku di vê binavkirinê de ti mubalexe tuneye. 
Mewlana di hemû helbestên xwe de bi girîftariyeke şeydayî behsa eşqê dike. Meriv dibêje qey di dilê wî, di canê wî û di zimanê wî de ji bilî peyva eşqê ti tişt nayê dîtin. Hezkirina ji Xwedê hebûna wî wisa dorpêç kiriye ku her zerreyeke wî vê eşqê terennum dike, çavê wî ji bilî Xwedê ti tiştî nabîne.
Dikare bê gotin ku Dîwana Kebîr çi bi temamî çi jî wek guldesteyên ku jê hatine bijartin li hemû zimanên sereke yên cîhanê hatiye wergerandin. Ev gulbijêra ku ji wergêrana sed xezelên bijartî ya Dîwana Kebîr a Mewlana pêk hatî, di Kurmancî de xebata yekem e. Wergêrana xezelan bi awayê menzûm hatiye kirin. Herweha digel wergerê, metnê orjînal yê Farisî jî li hember wergerê hatiye danîn.

Hayrullah Acar

Doç. Dr. Hayrullah Acar Di sala 1967an de li gundê Ewîna yê Stewrê ku li ser Mêrdînê ye hatiye dinyayê. Xwendina seretayî û navîn li Mêrdînê xwendiye. Di sala 1996an de li Zanîngeha Ankarayê Fakulteya DTCF ji Beşa Ziman û Edebîyata Farisî derçûye. Di sala 1998an de li Zanîngeha Dîcleyê di Beşa Ziman û Edebîyatên Rojhilatê de dest bi jiyana akademîk kiriye. Lîsansa bilind di sala 2002an de temam kiriye. Di sala 2003an de li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Ankarayê dest bi perwerdeya Doktorayê kir û di sala 2008an de perwerdeya doktorayê temam kiriye. Ji sala 2010an heta vê demê li Fakulteya Edebîyatê û Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê di beşa Ziman û Edebîyata Kurdî de wek mamoste, serokê beşê û rêvebir xebatên xwe berdewam dike.

Pirtûkên wî yên ku heta niha hatine weşandin ev in:
1. Ferhenga Pirzimanî, (digel licneyê), Nûbihar, Stenbol, 2011.
2. Kurdî 5, Kurdî 6, Kurdî 7, Pirtûka Dersê ji bo Dibistanên Navîn (digel licneyê), weş. Wezareta Perwerdeyê, Ankara, 2012.
3. Devlet ve İnsan Siyasetin İlkeleri Yöneticilerin Vasıfları, Adabu’l- Hilafe ve Esbabu’l-Hisafe, Büyüyenay, İstanbul, 2016.
4. Dîwana Şêx Ehmedê Feqîr (Metn û Lêkolîn), Nûbihar, Stenbol, 2017.


Navê Kitêbê Eşqname 100 Xezelên Mewlana yên Bijartî
Navê Orîjînal Eşqname 100 Xezelên Mewlana yên Bijartî
Nivîskar Hayrullah Acar
Wergêr / Lêkolîner Hayrullah Acar
ISBN 9786257383080
Cûre -
Rûpel 336
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg ihb