Mem û Zîna Hewramî

Mem û Zîna Hewramî

Mem û Zîn, hem wek destan hem jî wek berhemeke nivîskî, şahesereke edebî ye. Di nava vê çîroka evînî da motîfên dewlemend, vegotineke resen û bingeheke kûr ya edebî xuya dike. Herçend di nava Kurdan da wek destana Memê Alan hatibe zanîn jî bi taybet piştî mesnewiya Ehmedê Xanî, ev çîroka zêdetir ketiye nava mehfîlên edebî. Jixwe Ehmedê Xanî jî ji nava bîra edebî ya Kurdî ev çîroka vekêşaye û di kirasê mesnewiyê da ji nû ve nivîsiye. Lê diyar e ku hidûdên vê çîrokê evqas berfireh in ku hema bêje di hafizeya temamê Kurdan da nîşanên wê diyar dibin. Di vê xebatê de jî îsbat û hidûdên wê hafizeyê hatine diyarkirin ku Mem û Zînê ne tenê di yek-du zaravayên Kurdî da şax daye. Lewra ev berhema îsbat û îddia dike ku ev çîroka di temamê zaravayên Kurdî da heye û numûneya Hewramî bi xwe jî xerîteya hebûna vê çîrokê temam dike. Di vê xebata Cumhur Ölmez û Shahab Vali da arkeolojiya çîroka Mem û Zînê hatiye kirin û girîngiya wê ya di hafizeya kolektîf a Kurdan da hatiye vegotin. Ji aliyê din ve jî metnê Mem û Zîna Hewramî digel edîsyoneke zanistî hatiye dayîn û bi vî awayî di qada zanistî da lêkolîneke girîng û metneke din ya Mem û Zînê bi Hewramî li hafizeya kolektîf a Kurdî zêde dibe.

Cumhur Ölmez

...


Shahab Vali

Shahab Vali di sala 1973yan de li Îranê hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe ya lîsansê di sala 2001ê de di beşa “Tarîxa Dîn û Tesewifê” da, li Tehranê temam kiriye û mastera xwe jî di beşa “Ziman û Nasnameyên Kulturî” ya zaningeha Lyon-Jean Moulin ya Fransayê da li ser “Destxetên Yarsanan” di sala 2003ê da temam kiriye. Di sala 2008ê da li EPHE-Sorbonne de teza xwe ya doktorayê li ser “Mîtolojî û Doktrînên Yarsan” bi pîrozbahiya juriyê parastiye. Di navbera salên 2008-2011an de li zaningeha Beheştî ya Tehranê dersên “Mîtolojî” û “Tarîxa Dîn û Îrfanê” dane. Vali, ji sala 2013ê û vir ve li Zaningeha Mardin Artukluyê, di beşa Çand û Zimanê Kurdî da wekî mamoste kar dike. 
e-mail: vali.shahab@gmail.com


Navê Kitêbê Mem û Zîna Hewramî
Navê Orîjînal Mem û Zîna Hewramî
Nivîskar Cumhur Ölmez ; Shahab Vali
Wergêr / Lêkolîner Cumhur Ölmez & Shahab Vali
ISBN 9786059413886
Cûre Xebatên Edebî
Rûpel 278
Ebat 14.00 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2020
Çapa Çendan 1
Berg ihb