Payiza Mezinan

Payiza Mezinan

Çawa ku ba û bablîsok radibe, li ku derê dixe wira serûbin dike û li şûnê li ser navê berê tiştekî nahêle, di vê sedsala dawîn de jî li me tofan rabû, gund û gundewarî, çand û kevneşopî, heta zimanê me Kurdan guherî. Kalemêr û pîrejinên me, li der û deverên cûrbecûr, ji cih û warên bav û kalan dûr, di paşilên xwe de, wek zarokekî şîrmêt, her reng û dengê Kurdewar yê berî tofana tunekar dihewînin. Payîza Mezinan, bi vegotinên salmezinên Kurdan, di paşila xwe de rabûn û rûnişkandin, kevneşopî, serpêhatî, şahidiya bûyeran, çîrok û dîroka Kurdan dihewîne û pêşkeşî xwîneran dike.

Navê Kitêbê Payiza Mezinan
Navê Orîjînal Payiza Mezinan
Nivîskar Abdurrahman Benek
Wergêr / Lêkolîner Abdurrahman Benek
ISBN 978-605-9413-74-9
Cûre Biyografî
Rûpel 191
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2020
Çapa Çendan 1
Berg ihb