Mela Mehmûdê Bazîdî û Adat û Rusûmatnameê Ekradiye

Mela Mehmûdê Bazîdî û Adat û Rusûmatnameê Ekradiye

Di vê xebatê de bi giştî li ser Mela Mehmûdê Bazîdî, berhemên wî, hevkariya wî ya ligel Kurdolog August Jaba û bi taybetî jî ‘Adat û Rusûmatnameê Tewayifê Ekradiyeyê hatiye sekinîn û hemû nusxeyên wê ktêbê hatine muqeyesekirin. Bazîdî ev berhema xwe di navbera salên 1858-1859an de nivîsiye, bi vê berhemê û yên din wekî damezrînerê pexşana Kurdî tê qebûlkirin. Adat û Rusûmatname, hem ji ber mijara xwe ve -ku adet, bawerî, xûy, kevneşopî, xwarin, vexwarin, rabûn û rûniştin bi kurtasî hemû jiyana rojane ya Kurdan di xwe de dihewîne- pir giranbiha ye, di babeta xwe de serekaniyeke tekane ye. Ev pirtûk li ser jiyana Kurdan ya civakî û etnolojiya wan berhema herî pêşîn e ku bi destê Kurdekî hatiye nivîsîn. Jixwe ji pirtûkên Bazîdî ya musteqil û serbixwe ev xebat e. Ango ev xebata wî, ya herî orijînal e. Lewra nivîskar bêyî xwe bispêre jêdereke nivîskî, der heqê jiyana Kurdan de -bi taybetî yên koçer- bi kurtasî lê têrûtijî agahiyan dide û wan nasandin.

Navê Kitêbê Mela Mehmûdê Bazîdî û Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
Navê Orîjînal -
Nivîskar Murad Celalî
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786059413039
Cûre Kurdolojî
Rûpel 272
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2017
Çapa Çendan 1
Berg ihb