Girr û Gallî Mindallanî Kurd

Girr û Gallî Mindallanî Kurd

Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek û bikaribe şiyana muhakemeyê bi dest bixe, divê berhemên edebî yên ji her alî ve serkeftî bixwîne. Ji bo ku van berhemên serkeftî bixwîne, divê ew, rêberên wî û mezinên wî û heke hebe civat, milet, welat û dewleta wî û helbet nivîskarên welatê wî mil bidin hev û ji bo wî her çi lazim be, amade bikin û pêşkeşî wî bikin. Li gor vê rastiyê, di vê xabatê de ji aliyê çapemenî û medyayê ve ji bo zarokên Kurd çi hatibe kirin, weku bîbliyografiyayek hatiye dayîn. Herwiha yekem kovara zarokan a Kurdî ku bi navê “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” bi zaravayê Soranî derçûye, hatiye kurmancîzekirin û digel nusxeyên xwe yên orjînal hatiye weşandin.

Kenan Subaşı

Ji Milazgirta Mûşê ye. Li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de weku lêkolîner/asîstan dixebite. Li Zanîngeha Dicleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de doktorayê dike.
e-mail: kenanenado@gmail.com


Navê Kitêbê Girr û Gallî Mindallanî Kurd
Navê Orîjînal Dîrokçeya Çapamenî û Medyaya Zarokan a Kurdî
Nivîskar Kenan Subaşı
Wergêr / Lêkolîner Kenan Subaşı
ISBN 9786059413350
Cûre Kurdolojî
Rûpel 183
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg ihb