Dewr û Gera Kurdistanê

Dewr û Gera Kurdistanê

Mela Ehmedê Palo, helbestvsnekî bi eslê xwe Kurdê Zaza ye lê berhemên xwe bi Kurdiya Kurmancî nivîsîne. Helbestên wî ji hêla şeklî ve klasîk in, lê naveroka wan modern e. Palo di hunera helbestê de gelekî serkeftî ye; wezn, qafiye, rîtm û hunerên edebî yên din bi zimanekî şayik û estetîk bi kar anîne. Helbestên wî, ji hêla wateya xwe ve jî gelekî kûr in. Di vê berhema xwe de li herçar hêlên Kurdistanê dewr û gereke xeyalî dike, bi bergeheke dîrokî, li ser bajar, çem, çiya û baniyên Kurdistanê helbestên xwe dihûne. Palo li vir wek aşiqê Kurd û Kurdistanê dixuyê; kul û derdên gelê xwe tîne zimên, balê dikişîne ser rewşa Kurdistanê a mêtingehî û her wiha rêya xilasî û azadiyê jî nîşanî Kurdan dide.

Mela Ahmedê Palo

Mela Ehmedê Palo: Di sala 1920an de li gundê Palo Sêraçurê hatiye dinyayê. Di roja 9ê gulana 1991ê de li rojavayê Kurdis­tanê, li gundê Qamişlo Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqiya defin bûye. Li Kurdistana Rojavayê bi navên “Ehmedê Palo”, “Mela Ehmedê Palo”, “Mele Palo” yan jî tenê “Palo” tê nasîn.

Berhemên Mela Ehmedê Palo yên ku mîna kitêb weşiyane ev in:
1-Dewr û Gera Kurdistanê (şîîr), Şam 1994
2-Rêzmanê Kurdî (gramer), Şam 2000

Destnivîsên Mela Ehmedê Palo yên ku hîn neweşiyane jî ev in:
1-Bîr û Bawerî (şîîr)
2-Civîna Nemiran (şîîr) (Ji deh hezar beytan pêk tê)
3-Baxê Evînê (şîîr)4-Baxê Niştimanî (şîîr)
5-Pehlewî û Civîndarî
6-Birîna Niştimanî
7-Ferhenga Tirkî-Kurdî
8-Ferhenga Erebî-Kurdî


Navê Kitêbê Dewr û Gera Kurdistanê
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mela Ahmedê Palo
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786059413299
Cûre -
Rûpel 280
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg ihb