Xutbeyên Îbnu Nebate

Xutbeyên Îbnu Nebate

Xebata me ya li ser xutbeyê bi vî şiklî bûye: 1. Di xutbeya Îbnu Nebate da ew qismê ku “Eyyuhen-Nas!” Bi tenê hatiye tercumekirin bal zimanê Kurdî. 2. Di serê her xutbeyê da ayet û hedîseka munasibê meqam hatiye zêdekirin. 3. Ew hedîsên ku di dawiya xutbeyan da ne, hatine texrîckirin. 4. Navê mehên qemerî û mehên heram û roj û şevên mubarek hatine zêdekirin. 5. Metnê xutbeya yekemîn û duyemîn hatiye zêdekirin. 6. Fezîleta roja cum‘eyê, wacibbûna nimêja cum‘eyê, erkan û şert û sunnetên nimêja cum‘eyê û yên herdu xutbeyan hatine zêdekirin. 7. Nav û neseb û wiladet û wefata Îbnu Nebate bi kurtî hatiye zêdekirin. Gelî xwendevanên hêja! Ev kitaba xutbeyan ya Şeyx ‘Ebdurrehîm kurê Muhemmed kurê Îsma‘îl, ewê ku bi Îbnu Nebate meşhûr e (r.) kitabek gelek hêja ye. Me bi vê nezanbûna xwe xwest ku ji bo em xwedanxêr bibin tercemekirina ew qismê ku we‘z û nesîhet e; ewê ku bi “Eyyuhen-nas!” hatiye destpêkirin bal zimanê Kurdî. Lêbelê em layîq nînin. Lewra xeta û qusûrê me pir zehf in.Em umîd dikin ku seyda û ‘alimên me yên qenc bi celebek baştir û rasttir çêbikin. Lê dîsa em hêvîdar in ji Xweda te‘ala, ku vê xebata me ya zeîf ji terefê xwe da bi ixlas û ji bo wechê xwe yê kerîm qebûl bike. Û bigerîne di deftera ‘emelê me yê xêrat û hesenata. Navê wî û neseba wî Navê wî Ebû Yehya ‘Ebdurrehîm kurê Muhemmed kurê Îsma‘îl kurê Nebate ye. Ji bo ku neseba wî ji qebîla Huzaqiyan e ji wî ra “el- Huzaqî” tê gotin. Û ji bo ku li “Meyafarqîn”ê (Silîvan ê) welidiye, ji wî ra “el-Fariqî” tê gotin. Wiladeta wî Îbnu Nebate, di (946ê mîladî) li Meyafarqîna (Silîvan) qezaya Diyarbekirê hatiye dunyayê. Belaxet û fesahet û selaha dînê wî Îbnu Nebate di ‘ulûmê edeb û exlaq û belaxetê da îmamekî pir mezin bû. ‘Ulemayan icma‘ kirine ku tu xutbe mislê xutbeyên wî nehatine çêkirin. Îbnu Nebate di zartiya xwe da ji sedî zêdetir we‘z û xutbeyên Hz. ‘Elî hifz kiribû. Ji xutbeyên wî, tê zanîn ku ew îmamekî pir ‘alim û belîx û fesîh û xweyê exlaq û tebî‘etekî pir baş bû. Hatiye rîwayetkirin ku Îmamê “Xezalî” bi xutbeyê Îbnu Nebate xutbe dixwandin. Îmamê “Zehebî” di heqê wî da wiha gotiye: Îbnu Nebate ‘alimek fesîh û belîx û sahibê we‘z û nesîhet û xutbeyên pir qenc û fayde bû. Li Helebê di qesra Seyfud-dewle ‘Elî kurê ‘Ebdullah emîrê dewleta Hemdaniyan da (303-357ê hicrî) û (915-967ê mîladî) wezîfeya wa‘iztî û xetîbtiyê kiriye. Şêx Tacuddînê Kindî rîwayet kiriye ku Xetîb Îbnu Nebate gotiye: Zemanê ku min xutbeya “el-Menam” çêkir û roja cum‘eyê xwand, di şeva paş cum‘eyê min di xewnê da dît ku ez li goristana Meyafarqînê (Silîvan) me. Min got gelo ev çi cema‘eteka wisa pir mezin e û zehf e? Mirovekî ji min ra got: Eva “Nebiyyullah” (s.) û eshabê wî jî digel wî ne. Min qesda wî kir ji bo selamê bidimê. Zemanê ku ez nêzîkî bal wî bûm, li aliyê min zivirî û ez dîtim û îşaretî bal qebran kir û ji min ra wiha got: Merheba ji te ra be ya “xetîbê xetîban!” Tu di heqê van da çi dibêjî? Min got: Ew nikarin behsa cihê ku çûne bal bikin Eger bikaribin yê behsê zehf jê bikin Ewan carek ji şerbeta mirinê vexwarine Ewan ji ‘emelê xwe tu zerrek winda nekirine Zeman bi sondeka rast û heq sond xwar Ku wan nezvirîne bal dunyayê tu car Ew Xwedayê ku ew di dunyayê dane xeberdan Ewî îro ev sukût kirin dane wan Ew Xwedayê ku ew ji ‘edema ‘alema xeybê çêkirin Ewî îro ewan bi vî şeklî helak kirin Ew çawa çêkirine yê dîsa wan îcad bike Ew çawa belav kirine yê dîsa cem’ bike Ew roja ku Xwedayê te‘ala ‘alemê bi teze î‘ade bike Yê zalima ji bo agirê cehennemê şewat bike Ew roja ku hûn ê li ser xelqê bibin şahid Ev resûl jî yê li ser we wisa bibe şahid Îbnu Nebate dibêje: Min bi gotina “hûn ê li ser xelqê bibin şahid” îşaretî bal sehaban kir û bi gotina “resûl jî yê li ser we wisa bibe şahid” îşaretî bal Resûlullah (s.) kir. Resûllulah (s.) ji min ra wiha got: Te pir baş got, nêzîkî bal min bibe. Ez nêzîkî bal wî bûm, ewî wechê min girt û paç kir û di devê min da tûk kir û ji min ra wiha got: Xweda tewfîqa te bike. Îbnu Nebate dibêje: Ez ji xewê hişyar bûm û ‘işq û surûreka wisa mezin li min hebû, min nikaribû ku ez wesf bikim û bibêjim. Min ji ehlê xwe ra xewna xwe paşê got. Îmamê Kindî bi rîwayeta xwe dibêje: Xetîb Îbnu Nebate piştî vê xewna xwe sê rojan ma, ne tiştek ji xwarinê dixwar ne jî îştah dikir. Bîna miskê ji devê wî dihat, li pey wê muddetekî hindik li heyatê ma. Zemanê ku Xetîb Îbnu Nebate ji xewa xwe hişyar bû, li ser wechê wî esera nûrê û husna wê pir zêde hebû. Xewna xwe ji bo xelqê wesf dikir û wiha digot: Resûlullah (s.) bi “xetîbul-xuteba” nav li min kiriye. Piştî wê, hejde rojan jiya û ji bo ew tûka mubarek û bereketa wê, tu xwarin û avek nexwar û venexwar û tehm nekir. Wefata wî Xetîb Îbnu Nebate, di sala (374ê hicrî) û (984ê mîladî) ‘umrê wî hê negihîştiye çil salî li Meyafarqînê (Silîvan) wefat kir û li wê medfûn e. Hinekan jî gotiye li Helebê medfûn e. Wezîr Ebulqasimê Mexribî dibêje: Min Xetîb Îbnu Nebate piştî wefata wî di xewnê da dît û min ji wî ra got: Xweda te‘ala bi te ra çawa mu‘amele kir? Ewî got: Xwedayê te‘ala kaxezek da min, di wê da bi du setir bi xetekê sor wiha nivîsî bû: Beriya vê ji bo te emanek hebûn Îro ji te ra du eman çêbûn ‘Efûkirina kesê qenc zêde ne rind e ‘Efûkirina kesê neqenc pir rind e Wezîr Ebulqasim dibêje: Ez ji xew hişyar bûm û min ew beyt tekrar dikirin. Xetîb Îbnu Nebate ji dunyaya me bar kir, çû; emma ji qelbê me neçû. Lewra xutbeyê wî bi dewam wî tînin bîra me. Xweda te‘ala, rehm û kerema xwe li me û li wî bike. Amîn. Xwedayê te‘ala, me ji şefa‘eta Resûlullah (s.) mehrûmneke û me li ser riya ‘ulemayê me yê qenc dernexe û dûr neke. Amîn ya Rebbel‘alemîn.

Navê Kitêbê Xutbeyên Îbnu Nebate
Navê Orîjînal -
Nivîskar Îbnu Nebate
Wergêr / Lêkolîner Mela Mıhemed Ferid Geçit
ISBN 9786055053840
Cûre Olî
Rûpel 424
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 1
Berg Karton