Jiyana Pêxemberê Me Hz. Mûhemmed

Jiyana Pêxemberê Me Hz. Mûhemmed

Têkoşîna Pêxember di Kurdî de… Nivîskarê berhemê Murad Celalî, berî niha jî xebateke li ser têkoşîna pêxemberên berî Mûhemmed (s) amade kiribû. Wekî din jî gelek xebatên Celalî yên li ser mijarên dînî û tarîxa îslamê hene. Di dîroka Îslamê de li ser pêxemberê îslamê Mûhemmed (s) het niha bi gelek zimanên cuda cuda, bi hezaran kitêb hatine nivîsandin. Vekolînên ku di vê qadê de hatine kirin û berhemên ku di encamê van vekolînan de derketine holê, jimareke pir zêde ne. Sedemê vê yekê jî ew e ku di hînbûna dînê îslamê û serwextbûna jiyana Pêxember de yek ji rêyên herî ewle û pêbawer jiyana Mûhemmed (s) e. Di çanda îslamê de xebatên ku li ser tefsîrê û hedîsê hatine kirin gelekî zêde ne û qadeke berfireh digirin. Wekî berdewamî û temamkera van xebatan jî, xebatên li ser têkoşîna Pêxember in. Herwiha ev xebata li ser jiyan û têkoşîna pêxemberê îslamê hatiye nivîsandin piştî pêdeçûn û vekolîneke dûrûdirêj derketiye holê. Herwiha, di Kurdî de cara yekem e ku xebateke vekolînî û ilmî li ser têkoşîna Pêxember tête kirin. Ev berhema ku ji aliyê Murad Celalî ve li ser jiyan û têkoşîna Resûlê Xwedê hatiye nivîsandin piştî vekolîneke dûrûdirêj gihaştiye destê xwendevanan…

Navê Kitêbê Jiyana Pêxemberê Me Hz. Mûhemmed
Navê Orîjînal -
Nivîskar Murad Celalî
Wergêr / Lêkolîner Murad Celalî
ISBN 978-9944-360-91-3
Cûre Olî
Rûpel 640
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2011
Çapa Çendan 1
Berg Karton