Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî

Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî

Divê ne tenê wekî çîrokekê li Mem û Zîna Ehmedê Xanî bête nêrîn. Ehmedê Xanî kitêba xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser zeviya dilê me, kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ku ji şekirîstina zimanê wî rêzik rijiyane ser dilê me û li ser dilê hezkerên zimanê Kurdî. Ev xebata giranbiha û hêja ji hêla pisporê edebiyata klasîk a Kurdî Perwîz Cîhanî ve hatiye amadekirin. Perwîz Cîhanî ji Kurdên Îranê ye û demeke dirêj li Îranê li ser zimanê Kurdî û edebiyata Kurdî xebitiye. Di vê xebata xwe ya berfireh de ji hemû aliyên edebiyatê ve digel nûsxeyên cihê cihê Mem û Zîna Ehmedê Xanî di asteke gelek bilind de şîrove kiriye.

Perwîz Cîhanî

Perwîz Cîhanî di sala 1955an de li gundê Belesora Jêrîn -navça Elendê- ku bi ser bajarê Kela Xoyê ye hatiye dinyayê. Li bajarên Xoy, Selmas û Ûrmiyê çûye xwendegehê. Di şaxê edebiyat û zimanê Farisî de lîsans wergirtiye. Şeş salan li zadigeha xwe mamostetiya dibistana seretayî kiriye. Li bajarên Xoy û Makûyê di sazûmana koçeran de wek karmend û lêkolînerê li ser jiyan û toreya koçeran xebitiye. Dûvre li radyoyên Kurdî yên Tehran û Ûrmiyê wek bêjer û nivîskarê du bernameyên toreyî xebitiye. Sala 1984an piştî ku Hêmin Mukriyanî çûye Ûrmiyê, bi tevlîbûna çend nivîskarên din jî kovara ferhengî edebî ya Sirwe damezrandine. Ji sala 1984an ta sala 1995an di wê kovarê de wek nivîskar û berpirsê pişka Kurmancî xebitiye. Di sala 1995an de ji Kurdistanê derketiye û ji hinga ve wek penaber li Swîsreyê dijî. Di sala 1977an de dest bi nivîsîna Kurdî kiriye û heya niha gelek berhem û wergerên wî hatine weşandin.


Navê Kitêbê Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Perwîz Cîhanî
Wergêr / Lêkolîner Perwiz Cihanî
ISBN 9789944360722
Cûre Xebatên Edebî
Rûpel 744
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2012
Çapa Çendan 3
Berg Karton