kil û hine netê

kil û hine netê


û axx! nema sor e gul, ne jî gevezî
gul neman ku porê te sor jê nedizî
guliyên te ne nedawî ne êdî
lema jî nema bêhna hineyê tê ji destê êvaran
lê porê te devê wê kêrê ye, devê wê kêrê
ku wê her bêhna xwîna hechecikê jê bê

yeqîn h.

yeqîn h. berê “Kurdê Mêrsînê” bû, niha li Cenevreyê dijî;
her çend li Banqîra Şemrexa Mêrdînê hatibe dinê jî.
Erê û naya wî Kurmancî ye, çendîn Fransî bixwîne jî.
Car distrê û dinivîse, lê bêtir werdigerîne û kêm û zêdeya xwe wilo dijî.
 
Berhemên wî:
- Beytik (helbest), Weşanên Belkî, 2010
- Xelek (album), Wekî kom bi navê MAHABAD, Kom Muzîk, 2011
- Elîfbêtk (helbest), Weşanên Belkî, 2018
- Nehberk (album), Solo, ji kuliyata Mihemed Şêxo, Ses Media, 2019
 


Navê Kitêbê kil û hine netê
Navê Orîjînal -
Nivîskar yeqîn h.
Wergêr / Lêkolîner Edîtor: Berken Bereh Redaksiyon: Miradê Miradan Mîzanpaj: Huseyn Zana
ISBN 978-625-6605-56-5
Cûre Helbest
Rûpel 72
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2025
Çapa Çendan 1
Berg Karton