Çerçiyê Taxê

Çerçiyê Taxê

Kenan Erdenci, di vê berhema xwe de bi kurteçîrokan me dibe “Demên Xwerû” yên ku “ciwan ji nişkave xwe didine ser riya çûn û nehatinê”, ew demên ku “Çerçiyê Taxê” bi erebeyên hespan xeyalên zarokan dixemilînin...
Çîrok bi uslûbek xweş, behsa rasthatina civaka Kurd a kevneşopî ya bi siyaset û jiyana modern re dikin. Trajediyên di van rasthatinan de bi çavên vebêjerên zarok vediguhêzin îroniyên mirov dibişirînin.
Çîrokên ku bêhna şahidiya demekê ji wan difûre, bi uslûba xwe, bi zimanê xwe yê herêmî, xwendinek bi çêj ji xwendevanên xwe re wad dike.
 

Kenan Erdenci

Kenan Erdenci 1983yan de li Mûşê hatiye dinyayê. Demekê li Zanîngeha Enqerê beşa rojnamevaniyê xwendiye. Piştî xelaskirina beşa edebiyatê ya Zanîngeha Selçûkê li Dêrsim û Mûşê deh salan mamostetî kiriye. Niha li Zanîngeha Selçûkê di beşa hiqûqê de xwendevan e.
 


Navê Kitêbê Çerçiyê Taxê
Navê Orîjînal -
Nivîskar Kenan Erdenci
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-16-9
Cûre Çîrok
Rûpel 112
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton