kirasê mar

kirasê mar

Evdal, vê dinyê dişibîne girtîxaneyekê û ji bo jê derkeve, ji bilî mirinê, li deriyekî din digere. Ji ber vê berê xwe dide peyvan, wan dikole, ji xwe re riyekê vedike û ji vir direve.
“ka emê ji xwe re sîwanekê çêkin ji ewran
û giraveka ji bextewariyê
li zeryaya xeman”
Evdal, ji xwe re demsala pêncan û roja heyştan ji peyvan çêdike. Ji helbestan artêşekê ava dike û li ber şahînşahiya zemên radibe. Carinan dibe dirûnvanê peyvan, kirasê maran li bejna gulekê diedilîne. Carinan dibe avahîsaz, ji kulekê qesrekê ava dike. Carinan hêrs dibe û agir bi cêza peyvan dixe. Pişt re dibe peykersaz, ji ariya peyvan peykerê zilmê çêdike. Carinan jî dibe wênesaz, ji dixana peyvan ewrên ku dişibin nexşeya welatekî taromaro, xêz dike.
“divê em pel bi pel bişewitînin kitêba zemên
û ariya wê têxin tora bayekî kur”
 

Evdal Baqî

Evdal Baqî li navçeya Mêrdînê, li Qoserê ji dayik bû. Li Zanîngeha Gaziyê beşa mamostetiyê xelas kir. Li Zanîngeha Artûklûyê di beşa Kurdî de lîsansa bilind xelas kir.
Berhemên wî:
Esmer Bir Kardan Adam (Helbest-bi Tirkî)
Bablîsok (Çîrok-bi Kurdî)
 


Navê Kitêbê kirasê mar
Navê Orîjînal -
Nivîskar Evdal Baqî
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-12-1
Cûre Helbest
Rûpel 64
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg -