Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha

Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha

çûkeke çiyayî me ez
min ba diye baran diye
berf û bapûk û tofan diye
li deşt û naverastan nihêriye
rojê pênc caran bangî xwedê
hezar û pênc caran bangî dinê kiriye
dinê xwe kerr û ker kiriye
xwedê tenê xwedê zane ku çi kiriye!
 

Qedrî Sipranî

Qedrî Sipranî, di sala 1991ê li Amedê li herêma Têrka hatiye dinyayê, di sala 2017an de li Zanîngeha Çewlîgê ji Fakûlteya Îlahiyatê mezûn bûye. Şi‘r û wergerên wî di kovarên mîna Nûbihar, Nûpelda, Dilop, Barhelbest û Lewwergerê de weşiyane. xebatên xwe yên di vî warî de berdewam dike. Ji Sefera Şi‘rekê Têm Niha berhema wî ya ewil e


Navê Kitêbê Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha
Navê Orîjînal -
Nivîskar Qedrî Sipranî
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-03-9
Cûre Helbest
Rûpel 104
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton