41+ 1

41+ 1

çilê zarokan jî heye, yê miriyan jî…
her wiha, çilê matematîkê jî
lê jimara min ne çil, çil û yek e
jimara li pêş her çil î; çil û yekê emrê min;
berî wê tu jimaran nizanim, mesela 39-40 qet nayên bîra min
lêbelê aniha dizanim; çil û yekê min bi evîn ketiye rê
daye pey çil û du saliya te
 

Welat Dilken

Welat Dilken: Helbestkar û nivîskar, di bihara 1975an de, li gundê Dolê yê bi ser bajarê Semsûrê ye ji dayik bûye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Tîrêj, Çirûsk, W û di malperên Kurdî de hatine weşandin. Şanonameya wî ya bi navê ‘Derba Li Piştê’ wekî texst di kovara Dilopê de hatiye belavkirin. Wî demekê di rojnameya Evropres û malpera Diyarnameyê de qunciknûserî kiriye.
Welat Dilken di pêşbirkên wêjeyî yên helbest û çîrokan ên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyn Sagniç de di beşên helbestan de xelat wergirtine.
Berhemên wî:
Ken Deyndarê me Em Deyndarê Girî ne, Helbest, 2006
Sî bi Rojê Xweşik e, Helbest, 2009
Şeva Dawî, Roman, 2011
29 Kul 29 Gul, Helbest, 2012
Siya Derizî, Helbest, 2012
Neynik û Hine, Helbest, 2013
Stêrka Xuricî Ferêt, Roman, 2016
Kevir û Tiştên Din, Helbest, 2017
Orijînîa, Çîrokên Mînîmal, 2019
Wergerên wî:
Me Herî Pir ji Helbestkaran Bawer kir, Helbest 2016
 


Navê Kitêbê 41+ 1
Navê Orîjînal -
Nivîskar Welat Dilken
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-02-2
Cûre Helbest
Rûpel 54
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton