Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî

Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî

Eliyê Herîrî yek ji pêşengên şa’irên klasîk ên Kurd e. Jîn û serpêhatiya wî jî wekî ya gelek zana û edîbên Kurd bi berfirehî nehatiye zanîn. Tiştê ji wî gihiştiye me bi tenê nêzîkî deh şi‘rên wî ne!
Çavkaniya yekem a ku qala Eliyê Herîrî kiriye Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Xanî, navê Herîrî digel şa’irên me yên mezin -Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran- aniye zimên. Lê tu agahî derbarê wî de nedaye. Piştî Xanî, ji 150 salî bêhtir kesê ku hinek zanînên kurt derbarê wî de daye Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî, behsa heşt şa‘irên klasîk ên Kurmanc kiriye û gotiye: “Şa‘irê pêşîn ji wan Eliyê Herîrî ye, dîwançeyek wî heye, şi‘r û beytên wî di nav Kurdistanê de qewî zêde meşhûr û me‘rûf e.
Herîr jî gundek e li ser navçeya Şemzînana Sencaxa Hekariyan e. Û (Herîrî) di nav gundê Herîrê de medfûn e.”
Herîrî di şi‘rên xwe de geh navê xwe yê rastîn -Elî- nivîsiye û geh jî mexlesa xwe ya Herîrî. Ji hinek cihên şi‘ra wî, eşkere dibe ku devoka wî, bi ser devoka ‘eşîra “Sûrçiyan” ve diçe ku cihê wan dikeve ser tixûbê Kurmanc û Soranan. Zaravayê wan di binyat de Kurmancî ye, lê hinek peyvên Soranî jî di nav de hene.
Di vê kitêba li ber destê we de, Tehsîn Îbrahîm Doskî deh şi‘rên Herîrî ji destxet û keşkûlên kevn berhev kirine û navê wê “Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî” lê kiriye. Doskî, di xebata xwe de pêşîn metnê eslî yê helbestekê hemî dane; piştre beytên wê yek bi yek rêz kirine, li binê her beytê hinek peyv û îstilah îzah kirine û paşê jî ew beyt şîrove kiriye.
Herweha di vê xebatê de, sûdjêwergirtî jî li dawiya Dîwançeyê wek faksîmîle hatiye bicihkirin
 
 
 

Tehsîn Îbrahîm Doskî

-Tehsîn Îbrahîm Doskî: Di 1970ê de li bajarê Dihokê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navincî û amadeyî li Dihokê bi dûmahî aniye. Di sala 1991ê de ji Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Bexdayê mezûn bûye. Îcazeya zanînên şer‘î û ‘ilmê hedîsê heye.
Di sala 1988an de dest bi belavkirina nivîsên xwe kiriye. Gelek gotar û vekolîn di rojname û kovarên Kurdî û Erebî de li Kurdstanê û Iraqê û li derve belav kirine. Ji sala 1991ê heta niha, li bajarê Dihokê mamostayê zimanê Erebî û perwerdeya Îslamî ye. Di sala 1992an de pişkdarî di derxistina kovara Rasterê ya mehane de kiriye, ku bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê liqa Dihokê ya zanayên dînê Îslamê derdiket. Di navbera salên 1995-2003an de sernivîskarê kovara Vejînê bû, ewa ku bi zimanê Kurdî û Erebî derdiket. Ji sala 1993an pêve gelek bernameyên edebî û dînî di radyo û televizyonan de amade kirine, herwekî: Radyo û televizyona Dihok, Kurdstan TV, el-Iraqiye, Kurd 1, TRT Kurdî, War û Spêde...
Li Kurdistan û derveyî Kurdistanê, beşdarî gelek kongre û sempozyûm û panelên dînî û edebî bûye.
Nivîs û vekolîn û tehqîqên wî bi zimanê Kurdî û Erebî, li dor babetên dînî, dîrok û edebiyata Kurdî ya klasîk in. Şi‘r û çîrok nivîsîne. Herweha ji Kurdî bo Erebî û ji Erebî bo Kurdî werger jî kirine.
Kitêbên wî li Kurdistan, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Lubnan û Îranê çap bûne. Heta niha jimara kitêbên wî yên çapbûyî gihîştiye 136 heban.


Navê Kitêbê Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Tehsîn Îbrahîm Doskî
Wergêr / Lêkolîner Tehsîn Îbrahîm Doskî
ISBN 978-625-7383-86-8
Cûre Xebatên Edebî
Rûpel 168
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton