Li Şedadiyê Du Jinên Ermen

Li Şedadiyê Du Jinên Ermen

Dewleta Şedadiyan di navbera salên 951 û 1199an de li rojhilatê Qafqasyayê di navbera Çemê Kurê û Erezê de hikûm kiriye. Di bin hukmê vê dewletê de bajarên girîng yên wekî Divîn, Anî û Genceyê hebûn. Di heman demê de Kurdên Rewadî li hêla Azerbeycan û Tebrîzê jî hikûm kirine. Ji vê dewletê hinek eserên wek mizgeft, pir û medrese îro jî li ser piya ne. Şedadî digihêjin Rewadiyan. Rewadî jî silsileya wan digihêje Kurdên Hezbaniyan. Mixabin ev dewleta ku malbata Silhedînê Eyûbî jî ji nav xwe derxistiye ji aliyê gelek kesan ve nayê naskirin. Nivîskarê vê romana dîrokî bi vê kitêbê hewl daye xwe ku reşayiya li ser xanedana Şedadiyan rabike…

Mihemed Seîd Temel

Mihemed Seîd Temel di sala 1952an de li bajarê Êlihê (Batmanê), li gundê Tilmercê hatiye dinyayê. Mekteba xwe ya seretayî li gundê xwe xwendiye, mekteba navîn li Êlihê û lîse jî li Amedê qedandiye. Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Ji sala 1975an vir de di karê dewletê de xebitiye. Di sala 1998an de ji karê dewletê malnişîn bûye. Hinek meqaleyên wî di kovara Nûbiharê de û di hinek malperên înternetê de hatine weşandin. Ev pirtûka wî ya heştan e.
Ji sala 2018an vir ve, di rojnameya mehalî Pusula ya Batmanê de derbarê herêm û civakê de nivîsên wî têne weşandin.
Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike.
Pirtûkên wî yên çapbûyî ev in:
1. Reşokê Dirêj (2014); zargotin û çîrokên herêmê.
2. Tehtên Bilind 2014); romana serpêhatiyeke herêmî ye.
3. Eşîra Reşkotan (2016); der barê eşîrê de ye.
4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); romaneke dîrokî ye.
5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); romaneke dîrokî ye.
6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); romaneke dîrokî ye.
7. Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); romaneke dîrokî ye.
8. Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); romaneke dîrokî ye.


Navê Kitêbê Li Şedadiyê Du Jinên Ermen
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mihemed Seîd Temel
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786059413275
Cûre Edebiyat
Rûpel 144
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg ihb