Hewara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e

Hewara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e

Xanedan Merwaniyan ji sala 983yan hetanî sala 1085 sed salî hikûm kiriye. Bi sedema ku perde li ser dîroka Kurdan hatiye kişandin mixabin wekî gelek hêjayiyên me ev xanedana han jî nehatiye naskirin. Çi wextê ava bûye, şexsiyetên vê xanedanê kî ne, çi eser li pey xwe hiştine, li ku derê hikûm kirine baş nayê zanîn... *** Dema avakarê dewleta Merwaniyan Badê Kurê Dostik di şer de li dora Mûsilê tê kuştin, rêveberî dikeve destê xwarziyê wî Ebû Elî Kurê Merwan. Dewleta Merwaniyan jî navê xwe ji vî kesî digre... Xanedana Merwaniyan di mîrantiya birayê Ebû Elî, Nasruddewle de, dema xwe ya herî hêzdar jiyaye. Nivîskarê vê romana dîrokî dewleta Merwaniyan kiriye mijara vê kitêbê û xwestiye perdeya li ser vê xanedanê rake…

Mihemed Seîd Temel

Mihemed Seîd Temel di sala 1952an de li bajarê Êlihê (Batmanê), li gundê Tilmercê hatiye dinyayê. Mekteba xwe ya seretayî li gundê xwe xwendiye, mekteba navîn li Êlihê û lîse jî li Amedê qedandiye. Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Ji sala 1975an vir de di karê dewletê de xebitiye. Di sala 1998an de ji karê dewletê malnişîn bûye. Hinek meqaleyên wî di kovara Nûbiharê de û di hinek malperên înternetê de hatine weşandin. Ev pirtûka wî ya heştan e.
Ji sala 2018an vir ve, di rojnameya mehalî Pusula ya Batmanê de derbarê herêm û civakê de nivîsên wî têne weşandin.
Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike.
Pirtûkên wî yên çapbûyî ev in:
1. Reşokê Dirêj (2014); zargotin û çîrokên herêmê.
2. Tehtên Bilind 2014); romana serpêhatiyeke herêmî ye.
3. Eşîra Reşkotan (2016); der barê eşîrê de ye.
4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); romaneke dîrokî ye.
5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); romaneke dîrokî ye.
6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); romaneke dîrokî ye.
7. Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); romaneke dîrokî ye.
8. Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); romaneke dîrokî ye.


Navê Kitêbê Hewara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mihemed Seîd Temel
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786059413268
Cûre Edebiyat
Rûpel 144
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2018
Çapa Çendan 1
Berg ihb