Lixwegerîn

Lixwegerîn

Lehengê romanê Rûgeş dema diwelide, dêya wî dimire. Li nexweşxanê ji gundiyan re gotine ku kurik jî dimire, ne mumukun e sax bimîne. Gundiyên bêçare di zivistaneke sar û seqem de, bi zehmetiyek pir mezin ku ji gundek dûr hatine bajêr, cenazeyê dêya wî digrin û dibin gund. Kurik namire. Paşê nikarin werin bajêr û saxtiya wî jî bikin. Lewra dêya wî di halê mirî de anîne bajêr, bi eynî zehmetiyê jî cenaze birine gund. Rûgeş li êtîmxaneyê mezin dibe. Li vir tenê hîn dibe, navê dê û bavê wî Kewê û Elî ye. Êdî hedefa wî tenê dîtina dê û bavê xwe ye. Rûgeş dixwîne, dibe xwedî kar û şixul, lê di her firsetê de gund bi gund li dê û bavê xwe digere…

M. Nuri Candemir

Mehmet Nuri Candemir di sala 1974an de li navçeya Panosê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li navçeya Elcewazê xwendiye. Dibistana navîn û lîse jî li Îzmîrê xwendiye. Di sala 1996an de Fakultaya Çandinî ya Zanîngeha Wanê qedandiye. Di sala 2013an de jî Zanîngeha Anadolê Beşa Wêje û Zimanê Tirkî kuta kiriye. Ji sala 1997an heta sala 2018an li Bajarê Panos û Wanê mamostetî kiriye. Ji 2018an wirde li Wanê Gerînendetiya Şaxa İpekyolê dike. Romaneke wî ya bi navê Annemin Sırrı Kaybolan Mektupta sala 2008an di weşanên Ravzayê de li Stenbolê bi Tirkî çap bûye. Zewîcî ye û sê zarokên wî hene.


Navê Kitêbê Lixwegerîn
Navê Orîjînal -
Nivîskar M. Nuri Candemir
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-78-3
Cûre Roman
Rûpel 174
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 2
Berg --