Seta Guldesteyek Edebiyata Almanî

Seta Guldesteyek Edebiyata Almanî

Ji Hewşa Xelkê -Guldesteyek ji Kurteçîroka Almanî-

"Ji Hewşa Xelkê", kevirekî piçûk ê rengîn e ji mozaîka edebiyata cîhanê.
Ew dide pey awayek ji awayên çîrokan: 15 kurteçîrokên Almanî vê carê bi Kurdî, kul û gulên ji kûrahiya dil û mêjî radixînin ber çavan.
Heft nivîskarên navdar ên Almanîaxêv; serpêhatî û azmûna mirovahiyê, derd û kulên mirov, mîrateya şer, mêtingerî û netewperestiyê, êşa zaroktî û ciwantiyê bi şêwe û awayên cihê cihê dihûnin.
Tevahiya van kurteçîrokan di edebiyata Almanî de xwedî-cîyekî qaîm e. Ji ber hindê di antolojî, berhevok û kitêbên dersan de jî wek nimûneyên herî baş cî digrin.

Deriyê Dil

Bi vê berhemê heyşt giregirên ji edebiyata Almanî, Deriyê Dil xwe bi Kurdî vedikin. Wan hetanî niha li gelek deriyan dabûn ; îcar dora Deriyê Dilê me ye. Hebûn ziman; ziman jî gotin e. Gotina herî giran, tije, xweş, efsûnî û kûr jî şiîr e. Di 47 şiîrên ji welatekî dûr û ji dem û dewrên cihê de bi mecaz, alegorî, îronî û ahenga peyvê derûnî û serboriya mirov û hebûnê xwe nîşanî me didin û çirayekê ji me re jî vêdixin. Dem, dema şiîrê ye. Em guh bidinê û li vir gotina xwe bibirrin. Goethe çi gotibû ? Belê, pisepisa evînî ya şaîran Horiyan jî derdixe ji rêyan

Ji Şairekî Ciwan Re Name

Di vê kitêba hanê de Rilke di deh nameyan de fikr û ramanên xwe yên di heqê mijarên wek edebiyat û nivîskarî, jiyan û mirin, bûn û xwedîbûn, tenêtî û civakê de tîne ziman. Ne tenê muhtewayê nameyan, herwiha awayê xweîfadekirina şair jî rêyekê ji xwendevanên wî re vedike. Her nameyek ceribandineke felsefîk e. Belê, wekî amadekarê kitêbê, Franz Xaver Kappus gotiye: "Û gava li ciyekî yekî mezin û tekane qise dike, divê yên piçûk bêdeng bin."

Abdullah İncekan

Dr. Abdullah İncekan Duisburg-Essen üniversitesinde Germanistik, Türkistik ve Enterkültürel Pedagoji/İkinci Dil olarak Almanca bölümlerini okudu. Doktora çalışmasını Bamberg üniversitesinde General Linguistic alanında yaptı.
***
Dr. Abdullah İncekan (xelkê Erzirumê) ji salên destpêka dibistana navîn vir ve li Almanyayê dijî. Wî li ûnîversîteya Duisburg-Essenê beşên Germanistik, Turkolojî û Pedagojiya Înterkulturel/Almanî wek Zimanê Dudiyan xwendin. Doktoraya xwe wî li ser hin xalên gramera Kurdî li zankoya Bambergê di beşa General Linguistic de kir.

Eserleri / Berhemên wî:
• Verbvalenz im Deutsch und Kurdischen und ihre Darstellung in ausgewählten Wörterbüchern. Universität Duisburg-Essen (2005): Linguistic Agency.
• Ez Kurdî Hîn Dibim - Pratik Kürtçe Dersleri. İstanbul (2009): Nûbihar.
• Kurdisch Kompakt (Lehrbuch mit Lösungsschlüssel und CD). Wiesbaden (2010): Dr. Ludwig Reichert Verlag.
• "Eine Hand voller Sterne" im Unterricht. Weinheim und Basel (2012): Beltz Verlag.
• Şivan Perwer – Efsaneya Zindî. İstanbul (2012): Nûbihar.
• Compact Kurdish – Kurmanji. Wiesbaden (2014): Dr. Ludwig Reichert Verlag.
• Geçişli Fiiller ve Ergativ. İstanbul (2014): Nûbihar.
• Umudun Sesi – Şivan Perwer. Istanbul (2015): Timaş Yayınları.
• Ji şairekî ciwan re name – (werger ji) Rainer Maria Rilke. İstanbul (2016): Nûbihar.
• Deriyê Dil - Guldesteyek ji şiîra Almanî, Nûbihar, Stenbol 2020.
• Deutsche Gedichte - zweisprachig, Reichert Verlag, Wiesbaden 2020.
• Kurdisch für Fortgeschrittene, Reichert Verlag, Wiesbaden 2021.
• Ez Kurdî Hîn Dibim - Pratik Kürtçe Dersleri-II, Nûbihar, Stenbol 2021.
• Ji şairekî ciwan re name - Briefe an einen jungen Dichter von Rainer Maria Rilke, Reichert Verlag, Wiesbaden 2021.
• Guldesteyek Ji Şiîra Alman, Nûbihar, Stenbol 2021.
• Seta Hevala min Dilşa, Nûbihar, Stenbol 2022.


Navê Kitêbê Seta Guldesteyek Edebiyata Almanî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Abdullah İncekan
Wergêr / Lêkolîner Abdullah İncekan
ISBN 0000000000003
Cûre Helbest
Rûpel 140
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg --