Nûbihar 158

Nûbihar 158

Rola Ronakbîrên Ermen di Pêşvebirina Çanda Kurdî de Karlênê Çaçanî Amadekar: Mustafa Kılıcaslan.......................04
Piştrastî Rojen Barnas....................................................................................................................... 09
Gera Dîrektor Elî Begê ya li Kurdistan û Bexdayê Murad Celalî.........................................................10
Rojen Barnas: Min welatê xwe bi çandeya wî ya devkî û nivîskî bi xwe re aniye! Hevpeyvîn: Abdullah İncekan ...........18
Binal bilbil Hafizê Şîrazî Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar................................................................. 25
Bavo Çûye Dignûgê! Felat Dilgeş.......................................................................................................26
Pirs û Bersiv M. Zahir Ertekin............................................................................................................. 35
Ji Gencîneya Kurdî Çendîn Bêje Yûnis Amedî....................................................................................36
Du helbest Telet Tahîr Ji Soranî: Rêbîn Mihemed...............................................................................39
Helbestkarekî Qadirî: Şêx Mistefayê Abirî (w. 1915) M. Zana Karak...................................................40
Bayê Legê Kevok Mizgîn.....................................................................................................................45
Befir Barî Perwîz Cîhanî......................................................................................................................46
Celadet Bedirxan û Hawar: Di wêjeya Kurdî de nûkirina ceşnên wêjeyî - 2 Îbrahîm Seydo Aydogan.........................48
Mesela Zilamê Qesîs Berhevkar: Ali Karadeniz...................................................................................54
Mersiya Seydayê Mela Mûsayê Celalî Mela Muhemmed Gulnar.........................................................57
Paşeroja Nivîseke Kurdî Ebru Yılmaz..................................................................................................58
W’ez Bigorî Ahmed Arif Wergera ji Tirkî: Talat İnanç............................................................................59
Xelîlê Kirho Sabri Akbel....................................................................................................................... 60
Hevpeyvîneke “Şikestî” Dr. Ömer Uluçay.............................................................................................66
Egît Sîpanî............................................................................................................................................69
Hêsirên Evînên Şikestî… Osman Aytar................................................................................................70
Dûrê Deryayan Pêl Hene Merve Şivan.................................................................................................73
Kilama Metran Îsa Ömer Faruk Feyat...................................................................................................74
Av Zelal Bû Rahmetullah Karakaya......................................................................................................76
Bûka Berfê Xecê Rêdûr........................................................................................................................79
Mustexdem Wehab Mistefazade.......................................................................................................... 80
Fediya Kîlîto Evdilxaliqê Îsa..................................................................................................................83
Kilama Osmanê Xanê: Lo Seyado Evdî Hesqera-Sadiqê Goçanî........................................................84
Seyda Xortê Nazik............................................................................................................................... 87
Bayekî Medî Bamed Serdar................................................................................................................ 87
Xirnik Mutî.............................................................................................................................................88
Helbestê Got: Li Min Binêre Receb Dildar........................................................................................... 90
Nûbiharê cihê xwe yê nû vekir!.............................................................................................................92

Nûbihar 158

Ji jimara 158an merheba! Di Nûbihara 156an de me gotibû, em derbasî cihekî nû bûne. Demek berê bi merasîmekê me ew cihê xwe yê nû vekir. Gelek dost û heval hatin şahiya me; em spasiya tevan dikin, ewan bi hatina xwe em kêfxweş kirin. Di dawiya vê jimarê de me nûçeya wê daye, hûn dikarin bixwînin. Li ser zêdebûna mesrefên me jî dixwazim dusê gotinan bikim: Van roj û demên dawîn ji bo me weşangeran demên herî xirab in. Jixwe rewşa weşanên Kurdî berê jî baş nebû, li hemberî perê biyanî bêqîmetbûna perê Tirkî mesrefên me du qat zêde kirine. Ji destê me were, emê pirtûkên Kurdî yan bê pere, yan jî bi pereyek kêm bidin xwendevanan. Mixabin tiştek weha mumkun nîne; îcar di rewşek weha de em mecbûr in li gor piyasê tev bigerin, bihayê kovar û pirtûkan zêde bikin. Di vê jimarê de Mustafa Kılıçaslan gotara Dr. Karlênê Çaçan ya bi zimanê Ermenî ku di rezêkitêba Welat û Gelên Rojhilata Nêz û Navîn, cildê 8an de cih girtiye, wergerandiye Kurmancî. Di vê rêzekitêba piştî hilweşîna Sovyetê ku sala 1999an li Yêrêvanê çap dibe de Dr. Karlênê Çaçanî, behsa gelek ronakbîrên Ermen dike ku ewan kesan di nîveka sedsala 19an de ji bo pêşdebirina çanda Kurdî roleke sereke lîstine. Ronakbîrên Ermen li ser dîrok, pirsgirêkên civakî-aborî, etnografî, wêjeya devkî û zimanê gelê Kurd xebitîne. Elî Begê di nîveka sedsala 19an de, di qedemeyên dewleta Osmanî de xebitiye; serê sala 1885an derdikeve gerreke ku 4 salan dewam dike. Di vê gerê de diçe gelek bajarên Kurdistanê jî. Murad Celalî nivîsa xwe ya bi navê “Gera Dîrektor Elî beg ya li Kurdistan û Bexdayê” li ser vê gerê ava kiriye. Felat Dilgeş di nivîsa “Bavo Çûye Dignûgê!” de bi zimanekî zelal û herikbar, behsa malbata xwe, bi taybetî jî behsa wefata bavê xwe, sêwîbûna xwe û birayên xwe kiriye. Yûnis Amedî di nivîsa “Ji Gencîneya Kurdî Çendîn Bêje” de ji devera Erxeniyê hinek peyvên herêmî dane. M. Zana Karak di vê jimarê de helbesteke Şêx Mistefayê Abirî parve dike. Mela Mistefa di sedsala 19em de hatiye dinyayê, di sala 1915an de jî wefat kiriye. Gundê Abirî li ser navçeya Mûşê Kopê ye, di wextê xwe de hetanî sala 1853yan jî medresa wê feal bûye û li vê derê bi sedsalan perwerdeya medresê hebûye. Îbrahîm Seydo Aydogan di nivîsa xwe ya bi navê “Celadet Bedirxan û Hawar: Di wêjeya Kurdî de nûkirina ceşnên wêjeyî-2” de, ku beşa wê ya yekem jimara borî de weşiya bû, li ser karê Celadet ku di kovara Hawarê de kiriye lêkolîneke hêja nivîsiye. Behsa gotarên pexşanî weke dîrok, lêkolîn, ziman, ceribandin, nîqaş û wêjeya klasîk kiriye. Di vê jimarê de du hevpeyvîn hene. Di şi’ra modern ya Kurdî de Rojen Barnas tesîrek wî ya zêde heye li ser gelek kesan. Nêzî 60 sal in şi’rên Rojen Barnas ji gelek kesan re bûne îlham. Heta niha gelek kesan xwestiye pê re hevpeyvînekê bikin, wî nexwestiye. Abdullah İncekan ev tişt pêk anî. Di vê jimarê de em hevpeyvîna wî digel çend resmên wî yên neweşiyayî didin. Hevpeyvîna din, nivîskarê heja Dr. Ömer Uluçay, bi nivîskarekî din ê hêja Receb Dildar re çêkiriye. Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Ali Karadeniz, Ebru Yılmaz, Sabri Akbel, Osman Aytar, Ömer Faruk Feyat, Rahmetullah Karakaya, Wehab Mistefazade, Evdî Hesqera-Sadiqê Goçanî, Mutî û Receb Dildar cih girtine. Helbestkarên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Hafizê Şîrazî, M. Zahir Ertekin, Telet Tahîr, Kevok Mizgîn, Perwîz Cîhanî, Mela Muhemmed Gulnar, Ahmed Arif, Sîpanî, Merve Şivan, Xecê Rêdûr, Evdilxaliqê Îsa, Xortê Nazik û Bamed Serdar… Heta jimareke din bimînin di xweşiyê de. Süleyman Çevik