Nûbihar 156

Nûbihar 156

Kurd: Neviyê Nûh Rohat Alakom.......................................................................................................04
 Li Navsera Kavilê Kela Hêviyê Roje Barnas.................................................................................... 11
 Şahbanûya Helbesta Moder a Kurdî: Diya Ciwa û Zikata Evîna Wê M. Zahir Ertekin..................... 12
 Newala Qesaba Apê Mûsa (Mûsa Anter) Wergera ji Tirkî: Zana Zengenî........................................16
 Yek heye li vî gundî Berke Bereh..................................................................................................... 17
 Zûgotinokê Kurdî û Taybetiyê Wa Murad Celalî...............................................................................18
 Ez xulamê qemer im Mewlana Celaleddînê Romî Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar....................... 25
 Serhildana Bidlîsê Çawa û kengê dest pê kiriye? M. Sadık Varlı......................................................26
 Kes ki heqê ma nêperso Melayê Cizîrî Kurmancî ra Açarnayiş: O. Faruk Çetînkaplan.....................33
 Ji Bihuşta Serhedê Dengbêjek: Evdirehmanê Perê Kena Söylemez.................................................34
 Ji pêla duyem Haîkûyê Heftane û Du Haîbû Sidîq Gorîcan................................................................41
 Mele Weysiyê Soktilî û Mele Hesenê Bazîdî Mele Mihemedê Kêrsî...................................................42
 Çem û Şiko û Ez Abdullah İncekan.....................................................................................................45
 Nameya Seyîd Tahayê Nehrî ya ji Şêx ‘Ebdurehma Qutub re Hanifi Taşkın......................................46
 Ji ber Ziver İlhan..................................................................................................................................49
 Camê dilê te Bamed Serdar................................................................................................................49
 Berbanga Kurdê Qazaxistanê Abdurrahma Benek.............................................................................50
 Serkarê Weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil: Wê xebata Zengezûrê bi Înstîtuyê re xurtir bibe!
Hevpeyvîn: Salih Kevirbirî..................................................................................................................54
 Mergê Cemîla Netîce Altû Demîr.........................................................................................................58
 Hey Hewar! Ahmed Arif Wergera ji Tirkî: Talat İnanç.......................................................................... 60
 Serencama me Emî Xursî....................................................................................................................63
 Eşqa Ser Kaniya Derewî Rahmetullah Karakaya................................................................................64
 Kilama Eliyê Purto û Dewazê Pirmusî Evdî Hesqera..........................................................................68
 Kûçik Sabahatti Ali Wergera ji Tirkî: Pêşeng Pêtoyan........................................................................ 72
 Medet ya Reb! Zeynep Çelîk.............................................................................................................. 77
 Teyriko Kevok Mizgîn.......................................................................................................................... 77
 Kolombre Dîno Buzattî Wergera ji Tirkî: Reşad Kemal...................................................................... 78
 Demsal Evdilxaliqê Îsa.........................................................................................................................81
 Helbesta Şîna Şêx Selîm a Seydayê Xasî M. Zana Karak...................................................................82
 Şa’îrê Nav Wendayê Kurd -5- ‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî) Ji Soranî û Ferhengok: Hêmi Omar Ahmad.......84
 Mi bibexşîne Azad Rêbiwar..................................................................................................................86
 Rîtûel Rûbar Elî................................................................................................................................... 87
 Feryada Jina Kurd Vehbî Vural............................................................................................................88
 Roja bêşev: Şemî Rêza Diljen............................................................................................................ 90
 Hewara Cîhanê Mele Feysel..................................................................................................................91
 Nasname Ebru Yılmaz...........................................................................................................................92
 Mikus Mela Tahirê Tetwanî Veguhêztina ji tîpê ‘Erebî: Sîpanî............................................................93
 Dengvedana Derengmayî Dilazad A.R.T...............................................................................................94
 Şopê Kûr Seyîd Demirkiran.....................................................................................................................96

Nûbihar 156

Ji Edîtor Ji jimara 156an merheba! Pasaja Yumniyê 19 salan navenda Nûbiharê bû. Jimarên Nûbiharê ji 87an hetanî 155an û gelek kitêb li vir derketin. Cihê me dikanek bû û 19 salan mazûvaniya gelek kesên nas û nenas kir. Nenas dibêjim; lewra cara ewil me li wir hevûdu nas kir. Ji 30 salên Nûbiharê 19 salên me li vir derbas bûn. Me mehek berê ji vê derê bar kir û em derbasî navnîşana xwe ya nû bûn. Helbet terkkirina vî mekanî ji bo min gelek zor bû. Tam 19 salên min li vir borîn, li vir bûyer û bîranînên min hene… Helbet teseliya min heye: Cihê nû milkê Nûbiharê ye, du qat in, mezintir e, bêhtir navendî ye; û ji bo xebatê guncavtir e! Ev jimara di destê we de, êdî navnîşana me ya nû li ser e. Ji vir pê ve divê Nûbihar dewlemendtir, bi rêkûpêktir û xurtir be. Helbet ev tişt bêyî desteka we dost û hevalên hêja nabe! *** Di her jimara Nûbiharê de nivîsên baş hene. Rohat Alakom li ser keştiya Hz. Nûh ya ku li ser çiyayê Cûdî daniye nivîsiye û weha gotiye “bi baweriya min eger Kurd li mijara Nûh tam xweyî derkevin, qezenc û hatiniya wan wê pir be.” M. Zahir Ertekin di nivîsa xwe de nivîskar Diya Ciwan wek şahbanûya helbesta modern a Kurdî bi nav kiriye û li ser kitêba wê Zikata Evînê nivîsiye. Murad Celalî vê jimarê li ser zûgotinokên Kurdî û taybetiyên wan nivîsiye. M. Sadık Varlı li ser destpêk, dawîlêanîn û armanca Serhildana Bedlîsê ya sala 1913an nivîsiye. Mela Weysiyê Sohtilî û Mela Hesenê Bazidî bûne mijara nivîsa Mela Mihemedê Kêrsî. Sabri Akbel berê gelek kitêbên Tirkî, van salên dawîn jî çend hebên Kurdî nivîsandine. Rahmetullah Karakaya Sabri Akbel kiriye mijara nivîsa xwe. Abdurrahman Benek li ser Berbanga Kurdên Qazaxistanê nivîsiye. Benek di nivîsa xwe de behsa rehmetî Prof. Kinyazê Îbrahîm jî dike. Hevpeyvîna vê jimarê Salihê Kevirbirî bi Serkarê Weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil re kiriye. Kenan Söylemez li ser Dengbêj Evdirehmanê Perê nivîsiye û ji kilamên wî çend mînak dane. Hanifi Taşkın di nivîsa xwe de nameyeke Seyid Taha ya ku ji ‘Ebdirehmanê Qutûb re hatiye nivîsandin daye. Bi Kirmanckî/Dimilî, O. Faruk Çetînkaplan jî ji Melayê Cizîrî şi’rek wergerandiye. Netîce Altûn Demîr jî çîrokek nivîsandiye. Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Evdî Hesqera, Sabahattin Ali, Dîno Buzattî, M. Zana Karak, ‘Elî Kemal Bapîr, Vehbî Vural û Ebru Yılmaz hene. Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Apê Mûsa (Mûsa Anter), Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Sidîq Gorîcan, Abdullah İncekan, Ziver İlhan, Bamed Serdar, Ahmed Arif, Emîn Xursî, Zeynep Çelîk, Kevok Mizgîn, Evdilxaliqê Îsa, Azad Rêbiwar, Rûbar Elî, Rêzan Diljen, Mele Feysel, Mela Tahirê Tetwanî, Dilazad A.R.T û Seyîd Demirkiran. Bimînin di xweşiyê de.