Nûbihar 167

Nûbihar 167

04  Pêşeka Dosyayê  Ekrem Malbat
06  Pêşgotina Weşanger  Ahmed Ramiz / Wergera ji Tirkî: Ekrem Malbat
07  Ey dilê meskenê derda…  Seyid Eliyê Findikî
08  Pirtûkxana Bedîuzzeman   Fırat Aydınkaya
15  Ne’rey Dêwane  Pîremêrd / Tîpguhêzî: Zülküf Ergün
16  Yekemîn rasthatina min a bi Bedîuzzaman û şopînerên wî re   Martin van Bruinessen        Wergera ji Îngilîzî: Ekrem Malbat
19  Xezel  Qazî Letîf
20  Seîdê Kurdî: Bi wêne û bi gotin  Rohat Alakom
24  Dîskursîvanalîza berhema Xutbeya Şamê ya Seîdê Kurdî Ji aliyê konteksê va
 Xutbeya Şamê  Ali Sönmez
30  Çewlîg de zimeyîşê Rîsaleyê Nûrî  Nureddin Celalî
33  Ina dunya bena fanî…  Mela Mehmed Elî Hunî / Herfanî Erebkî ra Tadayox: Mehmet Uzun
34  Qesîdeyên Nûristan  Mela Zahidê Melazgirdî
36  Di Şerê Manewiyat û Mîlliyetê de Seîdê Nûrsî û Rîsaleyên Wî  Serdar Şengül
38  Ya Reb tu min…  Şêx Tahirê Şoşî
39  ‘Ezîza ber dilê min…  Mela Îmadeddîn Reşpojan 
40  Muhyiddîn Zinar: Armanca Şêx Seîd û Bedîuzzeman yek bû
 lê stratejiya wan cuda bû   Hevpeyvîn: Ekrem Malbat
50  “Seydayê Mezin Melayê Kurdan”
 Di Helbesta Kurdî ya Klasîk de Bedîuzzeman  Abdurrahman Adak
55  Tev werin cumle…  Mela Ebdulhadiyê Comanî
56  Krîtîzasyonek li ser pirtûka Tarîxçeya Heyata Bedîuzzeman:
 Pirtûk heye Bedîuzzeman tuneye  Ekrem Malbat
61  Wa bedî‘ê nûra zeman…  Mela Ebdussemedê Comanî
62  Li ser Şaxên Têgeha Nezerê ya di Rîsaleya Nûrê de Analîzek
  Zafer Gürbüz /  Wergera ji Tirkî: Ramazan Badem
& Îbrahim Atmaca

67  Rehberê rahê selamet

 
 Miftî Mela Ebdulquddûs 68  Di jiyan û metnên Seîdê Berê de balkêşana Bedîuzzeman ya
çanda Kurdî   Ahmet Yıldız / Wergera ji Tirkî: Gülcan Şirnexî
73  Eya Ustadê Rebbanî  Mela Eladînê Kopî
  Ji xetê Erebî: Nevzat Eminoğlu

74  Di berhemên Seîdê Kurdî de texrîfat  Abdullah Can
79  Kurtebêjiyek ji jiyan û têkoşîna Seîdê Kurdî?  Gulcan Şirnexî
84  Hişyar bimîne, neelime bindestiyê  Mucahit Bilici
85  Ey dilê meskenê derdan  Tehsîn Îbrahîm Doskî
86  Banga Bedîuzzeman ya li Kurdan: Manîfestoya Kurd a
 Sedsale  Nevzat Eminoğlu
90  Seydayê Bedîuzzeman û Mistefa Paşa  Hanifi Taşkın
93  Nameya Seyid Abdullah  
94  Ey Bedî‘ê herdu dunya  Mîrê Zirav
95  Wek Pratîkek Nekropolîtîk Talankirina Gora Bedîuzzeman 
                 Elî Torî / Wergera ji Tirkî: Hesen Gumuş

Nûbihar 167

NİVÎSA EDÎTORÊ DOSYAYÊ H inek şexsiyet hene di dema xwe de bi fikr û fiîlên xwe, bi nêrîn û zanebûna xwe ji aliyê gelek kesan ve tên nirxandin û gelek caran di rojeva civaka xwe de tên axaftin. Ev kesana li gorî berbelavbûna fikrên xwe û li gorî xîreta ku ji bo armanca xwe didin, piştî wefata xwe jî gelek tên axaftin. Yek ji wan kesên ku hem di dema xwe de gelek hatiye behskirin, hem jî piştî wefata xwe jî dîsa gelek caran li ser fikr û pratîka wî şîrove hatine kirin Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye. Seîdê Kurdî di pêvajoyek krîtîk de ciwaniya xwe derbas dike. Di pêvajoyek ku înparatoriyek hildiweşe û rejîmeke nû ava dibe de. Împaratoriyeke wek Osmanî ku gelek milet tê de wek şirîk dijiyan hilweşiya, li şûna wê rejîma Cumhûriyetê ya nasyonalist a Tirk avabû. Di vê pêvajoya krîtîk de Seîdê Kurdî, ji bo Kurd ji pêvajoyê ji paşde nemînin hem di nav Kurdan de hem jî bi muxatabên desthilatdar re dikeve nava hewldanên siyasî. Bi taybetî piştî ku di sala 1907an de diçe Stenbolê, di nav saziyên Kurdan yên wek Kurd Teawun û Teraqî, Kurd Neşrê Maarîf, Kurdistan Tealî… de cih digire. Ev tevlêbûna wî ya van saziyan ne tevlêbûneke pasîf bû, her wiha di neşriyatên van saziyan de fikrên xwe bi nivîskî jî tîne ziman. Bi gelemperî armanca Bedîuzzeman ya wê demê ew bû ku di wê pêvajoya krîtîk de miletê Kurd jî wek aktorekî derê holê û bizanibe daxwaza mafên xwe yên qewmî bike. Ji pêkanîna van şertana Seîdê Kurdî hin caran li Kurdistanê di nav eşîrên Kurdan de digeriya, hin caran jî li Stenbolê bi rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdan re tev digeriya. Ev têkoşîna Bedîuzzeman di pêvajoya damezirîna Cumhûriyetê de jî dewam kir. Lewra rejîma nû li ser esasên nijadperestiya Tirk dihat avakirin û ev rewş ji bo Kurdan bi awayek destpêka pêvajoya înkar û îmhayê bû. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di sala 1922yan de diçe Enqerê û niyeta Mistefa Kemal û rejîma nû jê nêz ve dibîne. Kurdî dîsa xwe ji paşde nade û ji bo li hember reîjima nû Kurdan organîze bikin ji wir derbasê Stenbolê dibe û bi aktorên berê yên Cemiyeta Kurdistan Tealî re dişêwire û li ser vê planê derbasê Kurdistanê dibe. Herçendî ku Seîdê Kurdî bi gelek kesên ku wê demê di nav Kurdan de xwedî rol in hevdîtinan bike jî mixabin pilana dewletê bi ser dikeve. Bi têkçûyîna serhildana Şêx Sêîd re gelek şexsiyetên Kurd ya hatin îdamkirin yan jî sirgûnkirin. Yên ku hatin sirgûnkirin yek ji wan jî Bedîuzzeman bû. Di sala 1925an de Bedîuzzeman ji wan sirgûnê Anatoliya navîn bû, êdî heta wefata wî nehiştin vegere Kurdistanê. Herwiha di wan salên sirgûnê de jî dewlet tim zulma xwe ya li hember wî domand. Bi salan wî hepis kirin û bajar bi bajar sirgûn kirin. Sedemên van sirgûnên wî bi gelemperî Kurdbûna wî û hewldanên wî yên di vê rêyî da bûn. Neheqiyên ku li Bedîuzzeman hatin kirin tenê ji aliyê dewletê ve nehat kirin. Di salên wî yên lê sirgûnê de kesên ku telebe û şopînerên wî bûn wan jî neheqî lê kirin. Piştê wefata wî di berhemên wî de li ser nasnama wî ya ku ji bo wê sirgûn bibû dezenformasyonê kirin û li gorî xwe lanse kirin. Dewletê di saxiya Bedîuzzeman de şexsê wî ji welatê wî sirgûn kir, “şopînerên” wî jî piştî wefata wî nasnameya wî ji berhemên wî derxistin û sirgûn kirin. Ew sirgûnkirina ku ji aliyên girseya cemaatên Nûrcî ve li nasnameya wî hat kirin mixabin hê jî berdewam e. Ev veşartina şexsiyeta Bedîuzzeman ya “welatbar” bû sedem ku gelek caran Kurd jî ji Seîdê Kurdî dûr sekinîn. Herçendî cemaetên Nûrcî yên Kurd di vê hêlê de xebatan bikin jî ev xebatana têrî nekirin ku îro Bedîuzzeman bi her awayî rast û dirust bê naskirin. Bi niyeta ku valahiya li vê hêlê hinek tije bibe û mija ku li ser nasnameya Seîdê Kurdî rûniştiye belav bibe, me biryar da ku em dosyayek li ser Bedîuzzeman Seîdê Kurdî amade bikin. Bi vê niyetê me ji çend meh berê ve dest bi xebata amadekirina dosyayê kir û nivîsên gelek hêja berbihev kirin. Bi kurtasî behsa çend nivîsên di dosyayê de cih girtin bikim û biqedînim. Me bi nivîskar Muhîddîn Zinar re li ser polîtîka û piratîka Seîdê Kurdî ya di salên dawiya Osmanî û destpêka Cumhûriyetê de hevpeyvînek kir. Wek ku tê zanîn derbarê Seîdê Kurdî de dezenformasyona herî zêde li ser vê demê tê kirin. Zinar di derbarê vê pêvajoyê de bi awayek zelal gelek noqteyan îzah kir. Bi taybetî jî di derbarê bûyera Şêx Sêîd û têkiliya bi Bedîuzzeman re gelek agahiyên nû bi me re parve kir. Herwiha nivîskar Firat Aydinkaya jî nivîsek balkêş li ser pirtûkxaneya Bedîuzzeman nivîsî. Aydinkaya di nivîsa xwe de li pey pirtûkên ku Bedîuzzeman xwendine dikeve û lê dixebite ku rêça çavkaniya entellektueliya Bedîuzzeman zelal bike. Nivîskar Serdar Şengül jî ku pisporiya wî li ser medreseyên Kurda ye, di çarçoveya “di şerê navbera milliyet û manewiyatê de Bedîuzzeman û rîsaleyên wî” bi nivîsek hêja tevlî dosyayê bû. Antropolog û Kurdologê navdar Martin van Bruinessen jî ku ev nêzî pêncî salî ye li ser Kurdan dixebite, bi du heb bîranînên xwe yên taybet tev li dosyayê bû. Bruinessen di vê nivîsê de hem behsa yekemîn hevnasîna xwe ya bi nasnameya Bedîuzzeman re dike, hem jî du heb hevpeyvînên xwe yên bi şexsiyetên wek Şêx Nûrillah Seyda û Menduh Selîm Begê re kiribû ji bo dosyaya me nivîsî. Bêguman nivîsa Abdullah Can ya li ser texrîfatên di berhemên Bedîuzzeman de jî gelek nivîsek girîng e. Nivîsa Alî Sonmez ya derbarê Xutbeya Şamiye de, ya Abdurrahman Adak ku li ser “Di Helbesta Klasîk ya Kurdan de Bedîuzzeman” û gelek nivîsên din jî cih girtin. Ji bilî nîvîsan me di dosyayê de cih da gelek helbestên ku mijara wan Bedîuzzeman bû. Ji şair Pîremêrd, Seyid Eliyê Findikî, Mele Zahidê Milazgirî û herwiha gelek şairên din bi helbestên gelek bi qîmet di dosyayê de cih girtin. Bi hêviya ku ev dosya bibe sedema rastnasîna alimek Kurd wek Bedîuzzeman û bibe xizmetek di rêya heqîqetê de. Di pêvajoya amadekirina dosyayê de bi fikir û pêşniyazên xwe Suleyman Çevîk, Muhîddîn Zinar û Firat Aydinkaya gelek alîkar bûn. Spasiyek ji dil ji bo hemî emekdaran. Ji ber ku bergê vê hejmarê bi taybetî amade kir em ji Meryemxanê re jî spasiyê dikin. Ekrem Malbat (Edîtorê Dosyayê)