Nûbihar 165

Nûbihar 165

NAVEROK

 

04  Feyzoyê Riza mir, derzek li movika pişta min ket…  Salih Kevirbirî

08  Çavlirêya Edaletê   Rojen Barnas

09  Serdanek li Selpakfiroşa Kawa Nemirî  Berken Bereh

10  Bîranînên Aslîka Qadir  Rohat Alakom

14  Hesen Hişyarê Serdî û Bîranîna Wî ya Jibîrkirî  Şiyar Silêman

16  Gelo Bêyî Kurdan Nivîsîna Dîroka Komara Tirkiyeyê Pêkan e?  Murad Celalî

21  Baz  Kawa Nemir

22  Pêlek Mihefezekar  Cîhan Roj

29  Gur  Talat İnanç

30  Roja Reş  Mîroyê Esed / Amadekar: Mustafa Kılıçaslan

 

33  DOSYE: ZIMANÊ KURDÎ: QUO VADÎS?  Edîtor: Abdullah Încekan

35  Di sedsala 21ê de Kurdî: Zimanek bi çi dijî?  Abdullah Încekan

40  Çend Gotin li ser Felsefeya Ziman: Ziman Hebûn e  Îbrahîm Bor

43  Psîkolojî û Ziman  Jan Îlhan Kizilhan

48  Ziman û xizmetên tenduristiyê  Tevfik Bayram

51  Dîrokçeyeke Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkiyeyê  Şehmus Kurt

57  Li Tirkiyê rewş û pêşeroja zimanê Kurdî Lêkolînên sehayî çi dibêjin?  Reha Ruhavioğlu

60  Pêşeroja zimanê Kurdî: Zimanzanên biyanî çi difikirin?  Prof. Dr. Joanna Bocheńska, Prof Dr. Geoffrey Haig, Prof. Dr. Christoph Schroeder

63 Kurdî çi tîne bîra zarok û ciwanan?  Amadekar: Miradxan Şemzînanî & Abdullah İncekan

 

64  Sîne ji agirê dil  Hafizê Şîrazî / Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar

65  Nanê Parsê  Felat Dilgeş

67  Heft Haykoyên Heftane  Sidîq Gorîcan

68  Barkirina ji bajarekî  M. Zahir Ertekin

69  Sala 1928 li Viyenayê penaberên ji Kurdistanê  Îbrahîm Bulak

75 Gotûbêjek Digel Dayikê  Arif Yûsif Zemanî / Wergera ji Farisî: Yunus Dilkoçer

76 Prîskê Mihoyî: Ger lal bihatama vê cîhanê, ezê her tenê fêrî zimanê dayika xwe bûma!  Hevpeyvîn: Nihat Gultekin

84  Çek û ez  Sabri Akbel

87  yarenî  Mustafa Berzan Döner

88  Çar Helbestên Çoman Herdî  Ji Soranî: Jiyar Homer & Ciwan Qado

90  Helbesta Helbestvan  Tekin Çifçi

91  Evîna me, nêr e!  Ebru Yılmaz

92  Nêçîra Şebab  Kevok Mizgîn

94  Bûka Berfê  Mîr Şad

95  Çend Haîkûyên Wabîyîn  Zeynep Şemdinoğlu

96  Payîz  Rahmetullah Karakaya

96  Li Tûr Abdîn  Hekîm Meretoyar

96  Welat  Yusuf Abay

96  payîzxêr  Azad Rêbiwar

Nûbihar 165

Nivîsa Edîtor Ji jimara 165an merheba! Di nava du mehên dawîn de em beşdarî pêşengehên pirtûkan ên Tetwan, Batman, Stenbol, Îzmîr, Riha û Mûşê bûn. Dema ev kovar bikeve destê we, di meha Kanûnê de înşalah emê li pêşengeha Diyarbekirê bin. Ji bo van pêşengehan me gelek kitêbên nû derxistin û gelek çapên dubare çap kirin. Li ser kitêbên nû hê jî xebat û amadekariyên me dewam dikin. Di van rojan de me salnama Nûbiharê ya 2024an jî derxist. Wekî gelek xwendevan dizanin ev çend sal in em salnamayek seranser bi Kurdî diweşînin. Ev jimara li ber destê we jî di van şertan de derket. Ji ber sedemên min li jor gotin, amadekirina vê kovarê wext girt, li gor hesabê me dikir derengtir derket. *** Di vê jimarê de, bi edîtoriya Abdullah Încekan, bi navê dosyeya “Zimanê Kurdî: Quo Vadîs?” dosyeyek berfireh cih digire. “Quo Vadîs?” tê çi maneyê, kek Abdullah di serê dosyeyê de bi kurtî çîroka wê gotiye. Abdullah Încekan, Îbrahim Bor, Jan Îlhan Kizilhan, Tevfik Bayram, Şehmus Kurt û Reha Ruhavioglu bi keda xwe di vê dosyeyê de cih girtine. Edîtorê dosyeyê Abdullah Încekan ji akademîsyenên biyanî Joanna Boschenska, Geoffrey Haig û Christoph Schroeder jî sê pirs pirsîne û bersivên wan jî dane. Kurdî çi tîne bîra zarokan? Hin zarokan bersiva vê pirsê jî dane. Kesên beşdarî dosyeyê bûne, pirên wan akademîsyen in. Dikarim bi kêfxweşî bibêjim min bi xwe, ji nêrînên wan gelek îstifade kir. Bi vê wesîleyê di serî de ji edîtorê vê dosyeyê ji Abdullah Încekan re û ji kesên ku bi nivîsên xwe ev dosyeya me dewlemend kirine re spasiyek ji dil dikim. *** Helbet naveroka kovarê tenê ji dosyeyê pêk nayê. Gelek hêjayên me, hosteyên peyvan ji nav me bar dikin. Yek ji wan dengbêj Feyzoyê Riza çendek berê çû rehma Xwedê. Di vê jimarê de Salih Kevirbirî li ser dengbêj Feyzoyê Riza nivîsiye. Bi vê wesîleyê em jî ji malbat û hezkiriyên wî re sebr û serxweşiyê dixwazin, rehma Xwedê lê be. Rohat Alakom li ser bîranînên hunermenda navdar Aslîka Qadir nivîsiye. Aslîka Qadir Kurdeke Ermenîstanê ye, 50 sal in distirê û demek berê bîranînên xwe nivîsîbûn. Şiyar Silêman li ser Hesen Hişyarê Serdî nivîsiye. Ew kesê beşdarî hereketa Şêx Seîd bûye, paşê çûye Binê Xetê û li wir jî doza xwe meşandiye. Di van rojên ku 100 saliya komara Tirkiyê di rojevê de ye, Murad Celalî bi sernavê “Gelo Bêyî Kurdan Nivîsîna Dîroka Komara Tirkiyeyê Pêkan e?” nivîsa xwe honaye û bal kişandiye ser hin xebatên nivîskarên Tirk ên di vê çarçoveyê de. Cîhan Roj di nivîsa xwe ya “Pêlek Mihefezekar” de her çiqas nivîsa xwe li dor “mihefezekariya Nûbiharê” bigerîne jî ya rastî di nivîsa xwe de behsa gelek mijarên balkêş ku bi weşangeriya Kurdî ve aleqedar in jî kiriye. Mustafa Kılıçaslan ji romana Miroyê Esed “Roja Reş” beşek amade kiriye. Ev romana han çap nebûye û gelek beşên wê jî wenda ne. İbrahim Bulak mijareke balkêş û nayê zanîn kiriye mijara nivîsa xwe. Sala 1928an 47 Xirîstiyanên Kurdistanê wek penaber çûne Viyenayê. Behsa hatina wan ya bi zehmet û eziyet û jiyana wan ya peyre jî kiriye. Jiyar Homer û Ciwan Qado ji Soranî çar helbestên Coman Herdî wergerandine. Wekî din çîrok û nivîsên Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Ebru Yılmaz, Kevok Mizgîn û Mîr Şad hêjayî xwendinê ne. Hevpeyvîna vê jimarê Nihat Gultekin bi Priskê Mihoyî re kiriye. Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Kawa Nemir, Talat İnanç, Hafizê Şîrazî, Sidîq Gorîcan, M. Zahir Ertekin, Arif Yûsif Zemanî, Mustafa Berzan Döner, Tekin Çifçi, Zeynep Şemdinoğlu, Rahmetullah Karakaya, Hekîm Meretoyar, Yusuf Abay û Azad Rêbiwar. Heta jimara din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK