Nûbihar 164

Nûbihar 164

04 Destana Cimcime Siltan û varyantên wê yên Kurdî Ayhan Geverî
11 Ez şivanê cola xeyalên bêweç Rojen Barnas
12 Melayê Cizîrî: Şairê Eşq û Estetîkê Nevzat Eminoğlu
16 Edebiyata Namenivîsînê -2- Ji Mela Xelefê Bafeyî ve bo Ebdurreqîb Yusif Hêmin Omer
18 Mektubo Şîyêsin ra Seîdê Norsî Açarnayoxî: Serdar Bedirxan & W.K. Merdimîn
21 Behî / Kişik Berken Bereh
22 Dengbêj ‘Elbariyê Panosê Hanifi Taşkın
27 Balafirgeha Kolnê Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga)
28 Mîrpenc/Xanê Çavbelek/Tahirxan Şerq Bulbulî Kerem / Tiranskrîb: Sîpanî
31 Merheba Ahmed Arif / Ji Tirkî: Talat İnanç
32 Şanoger Bînbaşê Axê: Gava Sovyet hilweşiya, çand û şanoya me jî pê re hilweşiya! Hevpeyvîn: Salih Kevirbirî
36 Du helbestên Sidqî Azizoğlu Amadekar: Mehmet Tanrıkulu (Mem ronga)
38 Stêrkek gêş di asoya hunera Kurdî-Îslamî de: Jiyan û Berhemên Mîrza Mihemed Reza Kelhorî Mihemed Elî Elewîkeya / Ji Farsî: Mustafa Gökkan
45 Bihêle bila roj daxwaza xwe pêk bînin Îmamê Şaf îî / Ji Erebî: Mihemed Elî Bayram
46 Xwêdana Axê Sabri Akbel
49 Ey Senem Se’dîyê Şîrazî / Ji Farisî: Hayrullah Acar
50 “Vîva Kurdistan! Vîva Kurdistan!” Felat Dilgeş
54 Pênûsa Şikestî Edîb Polat
57 Reçete Mascha Kaléko / Ji Almanî: Abdullah Încekan
58 Wext Saîd Mîrza
60 Viyan Zeynep Çelik
63 Dila! M. Zahir Ertekin
64 Trêna kevin Mîr Şad
66 Hechecîka duyem Dawid Aram
68 Dûpişk Yılmaz Elagöz
70 Çîroka jinbavê Berhevkar: A.R.T Dilazad
72 Evîndarî Xebatkarê Şirnexî
73 Helbestek ji bo dayika min Ref îq Sabîr / Ji Soranî: Dilovan Ali
74 Wêranê Adiyemanê, Wey anê, wey anê! Nasır Kemaloğlu
82 Ker Sait Faik Abasıyanık / Ji Tirkî: Murad Pola
85 Heşt Haykoyên Heftane Sidîq Gorîcan
86 Erdhej Prof. Dr. Behçet Al 89 Warê me Sabri Akbel
90 Qeçekan de kay û averşîyayişê ziwanî Fîrûzan Demir
91 Dilê min bû mubtelayê… Mela ‘Ebdurrehîm Behmûrî
92 Lalistan Hekîm Meretoyar
94 Di Kelepora Kurdî de Heyranok Dr. Ömer Uluçay
96 Zarokên dilzêrîn Muqades Agirî
96 Ji qewmê xwe bêrî me êdî Azad Rêbiwar
 

Nûbihar 164

Ji jimara 164an merheba. Jimarek berê, jimara 163yan em bi dosyaya Berxwedana Araratê derketibûn pêşberî we. Bi kêfxweşî bibêjim ku vê dosyaya me eleqeyek baş dît, çapa yekem qediya û me cara duduyan çap kir. Ev cara duduyan e ku jimareke Nûbiharê diqede û careke din çap dibe. Di sala 2006an de jî jimara 98an qediyabû, paşê me cara duduyan çap kiribû. Kovareke Kurdî du caran çap bibe, ev tişt têra xwe hêjayî pesnê ye. Em spasiyek jidil li xwendevanan, li nûnerên xwe û helbet li amadekarên dosyayê Mehmet Gültekin û Nihat Gültekin dikin. Eger derfet çêbibin, em dixwazin di jimarên pêş de jî li ser hin mijar, bûyer yan jî şexsiyetan dosyayên taybet çêbikin. *** Madem mijar ji dosyayê vebû, dixwazim bangekê li we hevalên hêja bikim: Eger meraqa we hebe û hûn aleqedar bin ji kerema xwe hûn jî ji bo Nûbiharê dosyayekê amade bikin. Mijara xwe teklîf bikin. Emê bi hev re biryar bidin, bi şewrê rêya xwe kifş bikin. Bi kurtî rêya amadekirina dosyayê ev e: -Ji bo dosyayê mijara xwe diyar bikin. -Ji 4-5 kesan li ser wê dosyayê hûnê nivîs bixwazin. -Bi dosyayê ve aleqedar divê hûn bi kesekî re hevpeyvînekê jî bikin. Amadekirina dosyayê ewqas e. Mijara dosyayê eger mijarek rojane nebe, jixwe çi wextê be hûn dikarin amade bikin, em jî her wextê dikarin biweşînin. Di vê mijarê de hevalên dilxwaz dikarin bi min re îrtîbatê çê bikin. Çi ji destê min were ezê alîkariya wan jî bikim. Pirs û pêşniyarên we hebin hûn dikarin li ser medya civakî yan jî li ser maile ji min re bişînin. Maila min jî ev e: suleymancevik@nubihar.com *** Em werin ser jimara xwe ya li ber dest. Ayhan Geverî di vê jimarê de li ser Destana Cimcime Siltanê nivîsiye. Ev destan destaneke berbelav e û bi taybetî di gelek çand û edebiyatên Rojhilata Navîn de, di edebiyatên Farsî, Kurdî, Tirkî û Suryaniyan de nimûneyên wê hene. Nivîskar li ser varyantên Gever, Culemêrg û Şemzînanê lêkolîn kiriye û herî dawîn metnê varyanta Evdilqadir Qizilqaya daye. Nevzat Eminoğlu di nivîsa xwe ya bi navê “Melayê Cizîrî: Şairê Eşq û Estetîkê” de li ser eşq û estetîk ji şi’rên Mela çend nimûne dane. Erdheja meha Sibatê ku di 11 bajaran de çêbû li gor reqemên fermî bû sebebê mirina ji 50 hezarî zêdetir însanî. Mijara çîroka Nasır Kemaloğlu û helbestek dirêj ya Prof. Behcet Al ev felaketa erdhejê ye. Berê çandeke nameyan hebû. Di pêşketina edebiyatê de rola nameyan girîng bû. Dema name zêde belav bûn, mixabin li cem me çanda nivîsandinê kêm bû. Niha çanda nivîsandinê hêdî hêdî çêdibe, lê êdî name nemane. Di wan wextan de Mela Xelefê Bafeyî ji Ebdurreqîb Yusif re bi Kurdî name şandine. Bi min ev gelek girîng in. Hêmin Omer ev du jimar in di Nûbiharê de van nameyan dide. Vê jimarê Serdar Bedirxan û W.K. Merdimîn jî ji Seîdê Norsî wergereke Zazakî kirine. Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe van kesan di vê jimarê de cih girtine: Hanifi Taşkın, Şerq Bulbulî Kerem, Mihemed Elî Elewîkeya, Sabri Akbel, Felat Dilgeş, Edîb Polat, Saîd Mîrza, Zeynep Çelik, Mîr Şad, Dawid Aram, Yılmaz Elagöz, A.R.T Dilazad, Sait Faik Abasıyanık, Fîrûzan Demir, Hekîm Meretoyar û Dr. Omer Ulucay. Şairên vê jimarê jî ev kes in: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga), Ahmed Arif, Sidqî Azizoğlu, Îmamê Şafîî, Se’diyê Şîrazî, Mascha Kalêko, M. Zahir Ertekin, Xebatkarê Şirnexî, Refîq Sabîr, Sidîq Gorîcan, Sabri Akbel, Mela ‘Ebdurrehîm Behmûrî, Muqades Agirî û Azad Rebiwar. Hevpeyvîna vê jimarê jî Salihê Kevirbirî li Gurcîstanê, bi şanoger Bînbaşê Axê re kiriye. Heta jimareke din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK