Bamed Serdar
2 yayınlanmış kitap
Bamed Serdar (Serdar Yılmaz) li gundê Bamidê ser bi navçeya Nisêbîn ji dayik bûye. Zanîngeha Dicleyê beşa perwerdeyê qedandiye. Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê beşa “Şaxê Ziman Makezanista Ziman û Çanda Kurdî” master kiriye. Teza xwe ya masterê li ser Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî amade kiriye. Herweha dîsa li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê beşa “Şaxê Ziman Makezanısta Ziman û Çanda Kurdî” doktora kiriye. Teza xwe ya doktorayê bi navê “Di Edebiyata Kurdî de Şemaîl û el-Hemaîl fi’ş-Şemaîla Mela Nûrullahê Godişkî” amade kiriye.
Pirtûkên wî yên hatine weşandin:
1. Siwarê Hespê Boz, (Helbest), 2014
2. Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî, (Metin û Vekolîn), 2015.
3. Weke Şebnemekê, (Helbest), 2020.