Nizamiyê Genceyî, tê texmînkirin ku di navbera salên 1140-1208an de jiyaye. Li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayîka xwe wek Kurd dide nasandin.
Nizamî, zanayê bi felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamiyê Genceyî û berhemên wî, bi cografyaya Îran û Rojhilata Navîn ve sînordar nemaye û gehiştîne çarhawêlê cîhanê. Di edebi[1]yata Farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane û Nizamî ye[1]kemîn kes nîne; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negehîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve kar li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Li dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê Farisî, Tirkî, Kurdî... xwastine wek wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negehîştiye toza şînbozê wî. Ji nava 5 pirtûkên Nizamî, Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn ji yên din bitesîrtir bûne. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine wergêran û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Gelek kesan, çi bi şêweya vegirtinê û çi jî bi şêweya wergêranê li ser van her du berhemana xebitîne. Bi Kurdî jî, çi bi Kurmancî çi bi Goranî, gelek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî jê girtine.