Kurtejiyana Emînê Evdal (1906-1964)
Etnograf, pêdagog û helbestvanê Kurd yê Yekîtiya Sovyetê, ji malbeteke Êzdî li gundê Emençayîrê ya bi ser Qersê a ku di wan salan bin desthilatdariya Împeratoriya Rûsyayê da bû, ji diya xwe dibe. Di salên Herba Cîhanê ya Yekê da gundê wan tê kavil kirin û dê û bavên wî bi tevî gelek Kurdên Êzdî têne qirkirin, û ew ber xezebê direve û derbasî aliyê Ermenistanê dibe. Ew heta sala 1919a li sêwîxaneya Gumriyê da dimîne. Paşê di salên 1921-24an da diçe Tbîlîsiyê texnîkûmayê te[1]mam dike û li wir cem Hakob Xazaryan (Lazo) dest bi karên Kurdî yên çandî û zimanî dike. Dû ra vedigere Ermenistanê di dibistanên gundên Kurdan yên ber pala Çiyayê Elegezê da dersdariyê dike.
Ji serê salên 1930yî vir da ew materyalan bona kitêbên dersan hazir dike û di rojnameya Rya Teze da dest bi xebatê dike, û di wir da gelek tercimên wî yên ji Ermenî û usa jî go[1]tarên wî yên li ser pêdagogî û etnografiya yê têne weşandinê.
Di salên 1932-37a da li Zanîngeha Rewanê beşa Fîlologiyê dixwîne û paşê xwendina xwe ya bilind li ser mijara Jina Kurd di 1945a da xweyî dike. Ew ji sala 1959an heta dawiya jiyana xwe li Para Rohilatzaniyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyêtê da dixebite.
Emînê Evdal yek ji wan ronakbîrên Kurdên Sovyêtê yên navsere û nifşa cêrga yekê bû, û bi pêşketina kurdzaniya (kurdolojî) Sovyetê da roleke mezin lîstiye û wisa jî hîmdarekî edebiyata Kurdî ya Soyvêtê bûye digel pêşewitiyên çanda Kurdî Heciyê Cindî, Erebê Şemo, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Wezîrê Nadirî, Qanatê Kurdo û çendekê mayîn.
Sala 1964a li Yêrêvanê ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir.
Pirtûkên wî:
Xebername: Ji Zimanê Fileyî - Kurmancî, Neşra Hukumata Şewra Filistanê, Rewan 1933 (Bi tevî Vardan Pêtoyan, Cerdoyê Gênco û Hecîyê Cindî).
Folklora Kurmanca, Neşra Hukumata Ermenistana Şêwrê, Rewan, 1936 (bi tevî Heciyê Cindî).
Bihar, Neşra Hukumatê, Rewan, 1936.
Kitêba Zimanê Kurmancî: Bona Dersxana 4a, Neşra Hukumatê, Rewan, 1936
Mêtodîka Zimanê Kurmancî, Neşîrêta Haypêthrat, Yêrêvan, 1953.
Xebernama Kurdî ye Rastnvîsandinê, Neşîrêta Akadêmîa Ulma ya RSS Ermenistanê, Înstîtûta Tarîqê, Yêrêvan, 1958.
Poêtêd Kurda ye Sovêtîyê, Neşîreta Hukumata Ermenîstanê, Yêrêvan, 1963.
Heleqetiyêd Pizmamtiyê Nav Kurda da, Neşîreta Akadêmîya RSS Ermenistanê ye Ulma, Sêktora Rohilatzanîê, Yêrêvan, 1965
Perîşan, Neşîrêta Hayastan, Yêrêvan, 1965.
Gulîzer, Neşîrêta Hayastan, Yêrêvan, 1973.
Memê û Zînê, Neşîrêta Haypêthrat, Yêrêvan, 1958.
Şiêran û Poêman, Neşîreta Ermenîstanê ye Dewletê, Yêrêvan, 1963.
Jina Kurd: Li Gorî Materyalên Etnografîk û Folklorîk di nav Malbata Patrîarxal da, Akadêmîa RSS Ermenistanê ye Ulma, Yêrêvan, 1948 (xebata wî ya doktrorayê ye – bi Ermenkî).
‘Emirê Teze Nav Cimaeta Kurmanca ye S?vyêtîyê da, Neşîreta Akadêmîa RSS Ermenîstanê ye Ulma, Yêrêvan, 1953, – bi Ermenkî.
Berevok, Neşîreta Sovetakan Grox, Yêrêvan, 1977,
Bawermendiyên Kurdên Êzdî, Neşîrêta Akadêmîa Ulma ya RSS Ermenistanê, Yêrêvan, 1960?.