Sîsê

KURTEJIYANA MÎROYÊ ESED (MÎROYÊ ESED MISTOYAN)
Di 5ê îlona 1919an, li Ermenistanê, li gundê Elegezê, Camûşvana Mezin ji diya xwe bûye. Ewî pêşî Zanîngeha Piştkavkazê ya Kurdî ya mamostetiyê, paşê jî fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Yêrêvanê xilas kiriye. Di sala 1937an da li gundê xwe dibe mamoste, salên paşê jî dibe serokê dibistanê. Di salên Şerê Cîhanê yê Duduyan da serwerê şanoya Kurdî ya gundê Elegezê bûye, paşê bûye sekreterê Partiya Komunîst a navçeya Elegezê, dûra bûye dozgerê navçeyeke paytexta Ermenistanê. Ew, salên dirêj endamê Parlamentoya Ermenistanê, cîgirê Şêwra Tewrebilind a Ermenistanê bû û di komarê da wekî merivekî bi nav û deng dihate naskirin. Ew her wiha sî û çar salan (1955-1989) berpirsiyarê rojnameya Riya Teze bû.
Mîroyê Esed xêncî karê redaktekirina rojnameya Riya Teze, gelek efrandinên klasîkên cîhanê, xasma yên Ermenan wergerandine Kurdî û daye çapkirin. Ji bo karê serketî ew bi medalyayên Beyraqa Sor û Nîşana Hurmetê va hatiye xelatkirin, layîqî navê karmendê komara Ermenistanê yê çandê yî bi hurmet bûye. Mîroyê Esed bi dehan kadro bona rojnamevaniya Kurdî daye amadekirin û bi riya rojnameya Kurdî ku ewî salên dirêj serokatî lê kir, rê li ber şa’ir û nivîskarên Kurd da vekirinê bona berhemên xwe yên nû bidine çapkirinê û ew ji wan ra dibû bingeh ku xwe li riya pêşketina edebiyata me bigirin. Mîroyê Esed 4ê Sibata 2008an, di heştê û neh saliya xwe da, li Yêrêvanê çû ser dilovaniya xwe.
Sîsê, pirtûka Mîroyê Esed a yekem e û cara ewil di sala 1961ê da li Yêrêvanê çap bûye. Ev berhevok ji du beşan pêk tê:
Ya pêşîn romanoka/novela “Sîsê” ye ku mijara wê derheqa jiyana gundên Kurdan ên kolxoziyê da ku karên çandinî û rêncberiyê ya kolektîv a dewra Sovyêtê dikirin, ew xort û qîzên gund, evîndarî, xwendin û cehdandina wan radixe ber çavan. Di vê romanokê da Mîroyê Esed, tevî bengîbûna Keleş û Sîsê, behsa kesên din û erf-edetên Kurmancan jî dike.
Ya mayîn jî serhatiya/hikyata bi navê Tayê Tenê ye ku li ser erf-edetê kevin yên ne xweş têne rexnekirinê wekî zewaca bê dil, ya nisleta berê çawa wan di wextê xwe da derbas kirine, lê ne ku anegorî rojên me yên îroyîn in. Serpêhetiya zewicandina ‘Eloyê tayê tenê yê kurê Qanat û Gewrê ku nivîskar bi Kurmanciya zelal dike qal û behs.
Navê nivîskarê vê berhemê, di nava edebiyata Kurdan a Sovyêtê da navekî teze nîne. Afirandinên wî him bi vegotina xwe ya hewaskar, him bi dewlemendbûna zimên û nexş-nîgarêd bedewetiyê va di nava lîtêratûra Kurda ya şêwrê (Sov[1]yêtê) da cî yê xwe yê layîq girtiye. Her wiha ev novela bi navê Sîsê bûye radiyo-kompozîsiya û di Radyoya Rewanê da hatiye lîstin.
Berhemên wî yên edebî:
Sîsê, (novel), Yêrêvan, 1961.
Ewledê Wetên, (helbest), Yêrêvan, 1969.
Hesîna Dil, (helbest), Yêrêvan, 1973.