Emîn Narozî di sala 1951ê de li gundekî Batmanê bi navê Gundikê Qêre hatiye dinyayê û destpêka xwendina xwe ya medresê li gundê xwe û li navçeyên Batman, Sêrt, Mêrdîn û Diyarbekirê xwendiye û pê re jî ji der ve lîse qedandiye.
 
Ew piştî cunta 12 îlonê ji ber sedemên siyasî hatiye girtin, 5-6 mehan di hepsê de maye lê dû re derketiye û çûye Ewropa. Ew li Swêdê bûye penaber û li Unîversîteya Stockholmê beşa zimanê Erebî xwendiye. Pişt re jî li Swêdê hem kar kiriye, hem jî ji kovar û rojnameyên Kurdî re nivîsiye û demekê jî di redaksiyona rojnameya Armancê ya ku li Stockholmê derdiçû de xebitiye.
 
Xebatên wî ev in: Transikrîbe: Dîwana Melayê Cizîrî ¦ Dîwana Rûhî (bi hevbeşî) ¦ Terkîb û Zirûf ¦ Beşeke kovara Hawarê. Werger: Selaheddînê Eyyûbî, Corcî Zeydan ¦ Ji Wefeyat ul-E‘yana Îbn Xelikan, beşa li ser Sultan Selahedînê Eyûbî ¦ Pêşdîroka Selahedînê Eyûbî, W. Mînorsky ¦ Tarîxa Dewleta Şeddadiyan, W. Mînorsky ¦ Ji Cami‘u’d-Duwela Muneccimbaşî, beşa li ser Şeddadiyan ¦ Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Mele Ehmedê Zivingî ¦ Tarîxa Dewleta Kurdan, Muhemmedê Xezrecî ¦ Ji el-Kamil fît-Tarîxa Îbn Esîr, beşên li ser Kurdan ¦ ji Tarîxa Ebû Cafer Îbn Cerîrê Teberî beşên li ser Kurdan ¦ ji Tecaribu’l-Umema Miskeweyhî, beşên li ser Kurdan ¦ Kurd di kitêbên çar Cografînasan de (hilbijartî ji Îbn Xurdabih, Îbn Feqîh, Mesûdî û Istexrî) ¦ ji Sûretu’l-Erda Îbn Hewqel, beşên li ser Kurdan ¦ Li Dû Şopa Êzîdiyan, Magnus Bärtås & Fredrik Ekman.