Sayîme Xakpûr di sala 1983an de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Li Zanîngehê, Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitiye.
Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.
Di ber karê wergerê de kurteçîrokan jî dinivîse. Kurteçîroka wê ya bi navê “Qêrîna Dilê Evîndarên Koranê”, di festîvala bajarê Laheya Hollandayê de xelata kurteçîrokan a sala 2021ê wergirtiye.
Berhemdarî
99 Morîkên Belavbûyî (Werger), (Xelata berhema herî baş a sala 2021ê li Parêzgeha Ûrmiyê wergirtiye.) Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020.
Firîna Bi Baskên Şikestî (Werger), Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020.
Qêrîna Sedsalekê Karapetê Xaço (Werger), Salihê Kevirbirî, Bîjenyurd, Xorasan 2020.
Hawara Bilûrê, (Werger), Ûsivê Hemîd-Afraz, Tehran 2022
Îran Xanim, Hawarek ji Ûrmiyeyê, Stenbol, Nûbihar, 2023