Mihyedîn Nahrîn sala 1992an li gundê Hecî Hemze yê li ser Kerboranê hatiye dinê. Perwerdeya xwe ya sereke; ji elîfbayê ta Mewlûdê li ber destê dayîka xwe xwendiye. Perwerdeya xwe ya mektebê jî ji dibistanê ta zanîngehê li van derana xwendiye: Gundê Zergûza Xwarê, Hezex, Batman, Stenbol û Amed. Li Zanîngeha Dîcleyê ji beşa Mamosetiya Zanistên Civakî mezûn bûye. 7 salan li dibistana navîn di nava karê perwerdehiyê de jiyana xwe dewam kiriye. Demeke dirêj li Kurdî-Dera Amedê dersên ziman û wêjeya Kurdî daye. Nivîs û meqaleyên wî di van kovaran de weşiyane: Nûbihar, Temaşe, Dilop, Bar, Wêje û Rexne, Sînemaya Serbixwe, Bernamegeh û Le Monde Diplomatique Kurdî. Li ser hin malperên hunerî û aktuelî hîn jî qunciknivîsiyê dike, herwekî: Ria Taza, Çandname, Sînemaya Serbixwe, Rûpela Nû û Nûpel.
Ev kitêb, kitêba wî ya yekem e.