Bamed Serdar di sala 1977an de li gundê Bamidê ser bi navçeya Nisêbînê ji dayik bûye. Di sala 2002an de Zanîngeha Dicleyê beşa perwerdeyê qedandiye. Li gel perwerdeya fermî perwerdeya medreseyên klasîk jî
sitandiye. Di sala 2013an de li Zanîngeha Artukluyê beşa “Kurdolojiyê Master” kiriye. Teza xwe ya masterê li ser Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî amade kiriye. Gelek nivîs û helbestên wî di serî de di kovarên weke;
Nûbihar û hwd. yên Kurdî de hatine weşandin. Mamostetiyê dike. 

Pirtûkên wî yên hatine weşandin:
1. Siwarê Hespê Boz (Helbest-2014)
2. Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî (Metin û Vekolîn-Nûbihar 2015)