<p>Nûbihar, 1992’den beri Kürtçe yayıncılık yapan bir dergi ve yayınevidir.</p>

Agahiyên Têkiliyê

İngilizce
  • İngilizce
  • Bengalce
  • Almanca
ABD Doları
  • ABD Doları
  • Euro
  • Japon Yeni
Tuhfetul Muslimîn Xelata Musilmanan

Tuhfetul Muslimîn Xelata Musilmanan

Şêx Hesenê Şêx Yasîn

Marka: Nûbihar
ISBN: 9786059413725
Boyutlar: 240×165 mm
Sayfa Sayısı: 672 sayfa
Kategori: Dînî
Basım Yılı: Temmuz 2020
550,00 ₺ %25 412,50 ₺

Sipariş sorularınız için

+90 212 519 00 09
Şêx Hesenê Şêx Yasîn yek ji wan alimên me yên hêja ye ku di sedsalên 19 û 20an de jiyaye. Digel ku di dema xwe de kitêbek berfireh di mijara fiqhê de nivîsandiye jî ji ber ku ev xebata wî heta niha nehatiye çapkirin û belav nebûye, mixabin di derdoreke fireh de, di nav ehlê medreseyê de û di nav xebatên Kurdolojiyê de behsa navê wî û navê kitêba wî nebûye… Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji bo nesra Kurmancî pirr girîng e. Ji ber vê em gelek bextewar in ku ev xebata gelek hêja wenda nebû û me gihande xwendevanên hêja. Li gor nasnameya wî ya fermî, Şêx Hesenê Şêx Yasîn di 1311 rûmî (1895 mîladî) de ji dayik bûye. Li gor agahiyên malbatê, ev tarîx ne durist e; ji ber ku dibêjin: Şêx, di ser sed salî re umir kiriye. Lê gorî wan: Çend qern berê, kalanên wî, ji Cizîra Botan ber bi Bakur (Bazîd) ve çûne. Tam yeqîneyek tunebe jî, li gor gotinên malbatê îhtimala herî xurt ew li gundê Hecî Hesen yê li ser Makûyê hatiye dinê. Jixwe tirba bavê wî Şêx Yasîn jî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji çar berheman pêk hatiye; ew jî ev in: • Eqîdetul-Îman (Eqîdename) • Erbe‘în (Çil Hedîs) • Fiqih (Kitêba Şerî‘etê) • Tecwîd. Ji van her çar berheman, berhema herî berfireh, a fiqhê ye. Mijarên sereke yên ku di Tuhfetul-Muslimînê de diborin jî 18 heb in; ew jî ev in: “Beşa Paqijiyê, Beşa Nimêjê, Beşa Zekatê, Beşa Rojiyê, Beşa Hecê, Beşa Tîcaretê, Beşa Mîrasê, Beşa Nîkahê, Beşa ‘Iddetê, Beşa Cînayetan, Beşa Cîhadê, Beşa Nêçîr û Serjêkirinê, Beşa Qurbanê, Beşa Xwarinan, Beşa Qaziyan, Beşa Şahidiyê, Beşa De’we û Delîlan, Beşa Azadkirina Koleyan.” Di bin van 18 serbeşên jorîn de, gelek babetên (feslên) din jî hene. Tuhfetul-Muslimîn, kitêbeka fiqhê ye. Rêz û tertîba wê jî eynê wekî kitêbên klasîk yên fiqha Şafi‘î ne. Jixwe çavkaniyên Şêx Hesen jî bi pirranî kitêbên Şafi‘iyan yên klasîk in. Şêx Hesen, ji kîjan çavkaniyê îstifade kiribe, li dawiya paragrafê navê çavkaniyê û numreya rûpelê wê qeyd kiriye. Ev yeka jî, kitêba wî bêtir dîsîplîne û qedirbulind kiriye. Şêx Hesen metodeke ilmî taqîb kiriye; fikrê xwe bêyî delîl û çavkanî ranegihandiye. Wî digel Ayetên Qur’anê û Hedîsên Hz. Muhemmed, ji van çavkaniyana îstifade kiriye: Mînhac, Αanetut-Talibîn, Bacûrî, Enwar, El-Haşiye ‘Elel-Αane, Haşiyet ‘Elel-Mehellî, Fethul-Mu‘în, Fethul- Qerîb, Haşiyetil-Kumesra, Kitêba Mîzana Şe‘ranî, Kumesra, Îbn Qasim, Mehellî, Sîracul-Wehhac, Şerhul-Qerîn û Hacî Îbrahîm.
Etiket fiyatı
550,00
İlk Basım Tarihi
Temmuz 2020
Kitap Adı
Tuhfetul Muslimîn Xelata Musilmanan
Yazar Adı
Şêx Hesenê Şêx Yasîn
Sayfa Sayısı
672
ISBN
9786059413725
Marka
Nûbihar
Yaş Grubu
Genel Kitle
Kategorî
Dînî
Yayın Dili
Kurdî
Kitap Boyutu:
240 x 165
Kapak Kağıt Türü
Bristol
Yayınevi Alt Markası Adı
Nûbihar

Benzer Kitaplar

Gönüle Akan Damlalar

Kollektif

Ji Firotinê Re Girtî Ye

Hayat İlmihali

Emin Ulutaş

Ji Firotinê Re Girtî Ye

Terîqu’n-Necat

Mela Haşimê Miksî

200,00 ₺ %25 150,00 ₺

Qisseyên Pêxemberan

Ebu’L-Hesen En-Nedwî

260,00 ₺ %25 195,00 ₺

Jiyana Pêxemberê Me Hz. Mûhemmed

Murad Celalî

115,00 ₺ %25 86,25 ₺

Mewlûd

Mela Huseynê Bateyî

Ji Firotinê Re Girtî Ye

Raro Raşt Û Me'lûmatê Dînîye

Muhemmedê Şêx Ensarî

260,00 ₺ %25 195,00 ₺

İlmê Belaxetê Bi Kurdî

Mehmet Sait Dündar

850,00 ₺ %25 637,50 ₺

Çil Hedîs

Îmamê Newewî

200,00 ₺ %25 150,00 ₺

Riyadus-Salihîn (Baxên Qencan)

Îmamê Newewî

680,00 ₺ %25 510,00 ₺