Qisseyên Pêxemberan
Qisseyên Pêxemberan ji bo zarokan digel piçûkiya hecma wê karekî mezin e ku li xebatên rêzdar Ebu’l-Hesen tê zêdekirin. Yên ku divê Îslam bi şeklê xwe yê paqij ji wan re were teblîxkirin û ragihandin tenê ne mezin in. Belkî dilê zarokên piçûk bêhtir pêdiviya wan bi vê xidayê heye da ku mezin bibin û çêj û şîrîniya îmanê di nefsa wan de kok berde, nûr û ronahiya wê di dilên wan de bibiriqîne û rûkeniya wê xwe di rûh û rewanên wan de nîşan bide. Ez bawer im ku pêdiviya pir kesên mezin jî bi xwendina vê kitêba piçûkan heye. Gelek kes hene derfet ji wan re nehatiye dayin ku tiştekî ji Qisseyên Qur’ana pîroz, armancên wê yên kûr, hewa û atmosfera îmanî ya paqijker û bi têhn mîna ku di vê kitêba piçûk de xweşik hatiye eşkere û erzkirin, binasin.
- Etiket fiyatı
- 260,00
- İlk Basım Tarihi
- gulanê 2020
- Kitap Adı
- Qisseyên Pêxemberan
- Yazar Adı
- Ebu’L-Hesen En-Nedwî
- Sayfa Sayısı
- 192
- ISBN
- 9789944360746
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Dînî
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar