Ev deh kitêbana, wekî set bi navê “Daristana Şêrîn” weşiyane. Neh heb ji wan rengîn, yek jî reşbelek e; yanî kitêba xêzkirin û rengandinê ye. Li dawiya her kitêbê, li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek hatine amadekirin. Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî, nivîsên wan jî digel nîgaran hûnandî ne. Metnê kitêban, nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e. Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin, herwekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din. Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din... Ajalên daristana şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan, ji bo xûyê xweş û karekterên baş dibin rêber û rênuma ji bo zarokan. SETA DARISTANA ŞÊRÎN, ji van kitêban pêk tê: 1-Poşmaniya Mar 2-Kanûgrû Gogo 3-Sihorîka Tirsonek 4-Hechecika Delal 5-Malbata Meymûn Xanim 6-Çirçirk û Cîranên Wê 7-Xewa Piling Pîlo 8-Roja Bavan 9-Roja Dayikan 10- Reşbelaka Daristana Şêrîn
- Etiket fiyatı
- 1.200,00
- Kitap Adı
- Seta Daristana Şêrîn
- Yazar Adı
- Kollektif
- Sayfa Sayısı
- 240
- ISBN
- 9780000000013
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Set
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 270 x 195
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar