Îran Xan yan jî Îran Xanim, di sala 1951an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku li ser bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe û qêrîna ku ji kûrahiya dilê wê derdiket, dikire stran û dengê wê li her derê Kurdistanê belav dibû. Ew yekem jina dengbêje ku di radyoya Ûrmiyê de dengê wê hatiye qeydkirin û arşîvkirin.
Bi vê xebata Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînin komek mirovan tê ragihandin. Carina jî hest û hizirên nivîskar jî tevlî ax û nalînên neqilkara pirtûkê Gulistana keça Îran Xanê dibin û ta ku meriv difikire: Gelo Îran Xan kî bû, dibe ku Gulistana keça xwe be? An dibe ku Sayîmeya nivîskar be? Dibe ku dayîk û xwişkên me bin? An na, belkî ew hişt cıvata jinên Kurd in. Belkî jÎ hemû cıvata me..!
- Etiket fiyatı
- 200,00
- İlk Basım Tarihi
- Mayıs 2023
- Kitap Adı
- Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê
- Yazar Adı
- Sayîme Xakpûr
- Sayfa Sayısı
- 96
- ISBN
- 9786257383790
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Biyografi
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar