Seyda Mela Ehmed Yalar helbestvanekî klasîk e ku di dîroka edebiyata Kurdî de, di serdema modern de dîwana xwe nivîsiye. Hemû helbestên di dîwanê de (ji bilî 4 helbestan) bi kêşa ‘erûzê nivîsîne. Her sê mesnewiyên ku jiyana feqiyan ji me re rave dike, heta vê demê di tu helbestên helbestvanan de nehatine dîtin. Ji teref mijarê ve ev helbestên yekem in. Ev hersê mesnewî ji bo folklora Kurdî girîng in.
Helbestên Seyda di dîwanê de li gorî teşeyên nezmê hatin senifandin. Di pêşî de xezel, ku piraniya helbestan bi vê teşeyê nin û paşê teşeyên din hatine bi cih kirin.
Dîwana Mela Ehmed Yalar ku wî bi xwe nav lê kiriye ji hemû helbestên wî, çi nezm û çi şi’ran pêk hatiye. Di dîwanê de tevî helbestên wî sê menzûmeyên wî jî bi cih bûne. Bi vî rengî hemû berhemên Seyda di yek bergê de civiyan.
- Etiket fiyatı
- 300,00
- İlk Basım Tarihi
- Ekim 2022
- Kitap Adı
- Dîwana ‘Işqê
- Yazar Adı
- Mela Ehmed Yalar
- Sayfa Sayısı
- 240
- ISBN
- 9786257383530
- Marka
- Nûbihar
- Yaş Grubu
- Genel Kitle
- Kategorî
- Helbest
- Yayın Dili
- Kurdî
- Kitap Boyutu:
- 210 x 135
- Kapak Kağıt Türü
- Bristol
- Yayınevi Alt Markası Adı
- Nûbihar