Pira Çandê

Pira Çandê

Nivîskarê vê kitêbê Mehmet Feti Ceylan ji gundê Melasorikê yê li ser Baskêla Xarpêtê (Elazîz) ye.
Nivîskar behsa jiyana salên berê ya herêma xwe, bi taybetî jî behsa zaroktiya xwe ya gund kiriye. Di bin sernavên Serê Salê, Radyoya Kurmancî, Kullepotik (Bûka Şemê), Keçikxwestin, Bêder, Patoz, Dewkêyandin, Lembeya Xazê, Kelandina Bilxur û Çûyîna Êş û gelek tiştên din jî mijarên vê xebatê ne. Nivîskar dema behsa van mijaran kiriye gelek bêjeyên herêmî jî bi kar anîne.
Ew çanda ku nivîskar behsa wê dike îro di nava xelkê de çiqas maye? Nivîskar bersiva vê pirsê û sedemê nivîsandina vê kitêbê weha gotiye: “Bi xemgînî û dilkeserî, ger em rastiyê bêjin, ev nirx û eymetên çandî ku me serqelem kiriye, îro ji sedî heyştiyê xwe najîn û ji holê rabûne. Vaye, herçend li ber xwe nedin jî, ji bo em ji nifşên pêşeroj re mîrateyekî bihêlin, me pêdivî li vê xebatê dît ku bi awayekî pirtûkî, wê bibe pira navbera me û dahatûya me.”
 

Mehmet Feti Ceylan

Mehmet Feti Ceylan di sala 1966an de, ji dihê/gundê Milesorikana yê navçeya Baskêlê ku li ser Xarpêtê ye hatiye dinê. Zewicandiyê û bavê du zarokan e. Herwiha di karê çapemeniyê de dişixule.
 


Navê Kitêbê Pira Çandê
Navê Orîjînal
Nivîskar Mehmet Feti Ceylan
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383172
Cûre Lêkolîn
Rûpel 88
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg -