Hîkayetêd Kurmancî

Hîkayetêd Kurmancî

Mela Mehmûdê‌ Bazîdî zanayekî Kurd ê dîrokzan, zimanzan, kulturzan, wergêr û berhevkar e. Ew xudan-xizmeteka mezin e di warê‌ nivîsîn û darêjtin û parastina berkar û berhemên Kurdî de. Wî hejmareka baş ji berhemên klasîkên Kurdî û vegêranên gelêrî û babetên zimanî û ferhengî û dîrokî li dû xwe hiştine.
Yek ji wan berheman jî ev kitêba wî ya Hîkayetêd Kurmancî ye ku ji 84 hîkayetan pêk hatiye û heta niha wek pirtûk çap nebûye. Ev hîkayetana kurt in, lêbelê‌ xudan-naverok û derbirînên tijî pend û serboriyên berkeftî û hêja ne. Hindek serhatî ji dîroka şexsiyetan hatine wergirtin, hindek li ser zarê‌ heywanan wek hevpeyvîn û hindek jî ji ketwarê‌ serdema‌ Bazîdî bi xwe, yan ji vegêranên gelêrî yan jî ji edebiyata‌ cîhanî hatine wergirtin.
Piştî pêşgotina vê kitêbê û latînîzekirina wê, li dawiyê, destxeta wê jî bi awayekî rengîn hatiye bicîkirin.

Mela Mehmûdê Bazîdî

Mela Mehmûde Bazîdî di sala 1797an de li Bazîdê ji dayik bûye. Bazîdî li bajarê xwe dest bi xwendina pêşîn kiriye, paşê çûye Tebrîzê û li wir xwendina xwe qedandiye. Piştî ku bi salan li medreseyan muderrisî kiriye di sala 1854an de çûye Erziromê û li wê derê bi August Jabayê (1801-1894) konsolosê Rûsyayê yê Erziromê re têkiliya wî çêbûye. Bazîdiyê ku Kurdî, Erebî, Farisî û Tirkî dizane, bûye mamosteyê zimanê Kurdî yê Jaba. Dema ku Jaba ji Bazîdî fêrî Kurdî dibe her wiha jî bi wêjeya Kurdî re eleqedar dibe. Bi xêra vê eleqeyê Bazîdî teşwîq kir ku berhemên Kurdî berhev bike û di warê aborî de piştgirî da wî. Di encama van xebatan de 54 berhemên ku piranî bi Kurdî ne, ji Akademiya Zanistên Rohilatnasiyê ya Petersbûrgê re hatin şandin. Li gor agahiyên berdest Bazîdî heya sala 1868an jiyaye. Bazîdî di qadên cuda yên wekî edebiyat, ziman, dîrok û folklorê de gelek berhem amade kirin. Berhemên wî yên sereke ev in:
1. Tewarîxî Cedîdî Kurdistan.
2. Tewarîxî Qedîmî Kurdistan (Wergera Şerefnameyê).
3. Risaleyî Tuhfetul-Xîlan fî Zimanê Kurdan.
4. Mem û Zîn Hikâyesi.
5. ‘Adat û Rusûmatname'ê Tewayifê Ekradiye.
6. Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan.


Navê Kitêbê Hîkayetêd Kurmancî
Navê Orîjînal Hîkayetêd Kurmancî
Nivîskar Mela Mehmûdê Bazîdî
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383127
Cûre -
Rûpel 128
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg ihb