El-Eqdul-Cewherî Fî Şerhî Dîwanî Şeyxîl-Cezerî

El-Eqdul-Cewherî Fî Şerhî Dîwanî Şeyxîl-Cezerî

Dîwana Melayê Cizîrî, berhemeke wisa ye ku mijarên zor yên mîna felesefe, felekiyat, kelam, tesewif û tarîxê di xwe de dihewîne. Her weha ji hêla zimanî ve jî gelek peyvên zor tê de diborin. Kesên ku di van waran de ne pispor yan jî haydar bin nikarin baş ji Dîwana wî fam bikin. Vêca Mela Ehmedê Zivingî di warê ilmê dînî, tesewifî û edebiyata şerqê de pisporekî baş zana ye û wekî muftiyê Qamişlokê navdar e. Şerha wî ya li ser Dîwana Mela ya bi navê El-Eqdul Cewherî jî şerha herî berfireh û meşhûr e. Ev şerh, ji sê mertebeyan pêk tê: Zivingî, pêşîn peyvên beytan mane dike, paşê bi kurtayî maneya beytan werdigerîne, paşê jî bi awayekî berfireh şîroveya wan li gorî tesewifî û felsefî dike.

Navê Kitêbê El-Eqdul-Cewherî Fî Şerhî Dîwanî Şeyxîl-Cezerî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mela Ehmedê Zivingî
Wergêr / Lêkolîner Mela Ehmedê Zivingî
ISBN 978-6055-402-75-4
Cûre Xebatên Edebî
Rûpel 600
Ebat 17.00 x 24.00 (cm)
Ziman Erebî
Alfabe Erebî
Sala Weşanê 2016
Çapa Çendan 1
Berg ihb