Nûbihara Mezinan

Nûbihara Mezinan

Di edebiyata Kurdî de jî ev cure ferheng çend heb hatine amadekirin. Herwekî Nûbihara Biçûkan ya Ehmedê Xanî, Luxetnameyî Ehmedî ya Şêx Ehmedê Nodeyî, Gulzara Îsmaîlê Bazîdî, Mîrsadul-Etfala Şêx Mıhemed Kerbelayî û Durişteya Mela Ebdulkerîm Muderris. Evan ferhengên navborî, bi Kurdî-Erebî, Farisî-Erebî yan Kurdî-Erebî-Farisî ne, lê di nav vana de Tirkî-Kurdî/Kurdî-Tirkî tunene; îcar nivîskarê vê berhemê Dilbikulê Cizîrî jî, îlhama xwe ji Nûbihara Biçûkan ya Ehmedê Xanî girtiye û li ser rêça wî meşiyaye. Yanî çawa ku Xanî ferhenga xwe bi Erebî-Kurdî ji bo zarokên Kurmancan bi awayê kêşa erûzê ristiye, herweha ewî jî ya xwe bi Tirkî-Kurdî/Kurdî-Tirkî ji bo mezinên Kurmancan amade kiriye û navê wê kiriye Nûbihara Mezinan. Di vê Nûbihara Mezinan de, pênc behrên/qalibên erûzê, 3337 malik, 13.104 peyvên Kurdî û 8268 peyvên Tirkî hene.

Navê Kitêbê Nûbihara Mezinan
Navê Orîjînal -
Nivîskar Dilbikulê Cizîrî
Wergêr / Lêkolîner Dilbikulê Cizîrî
ISBN 978-605-5053-49-9
Cûre Edebiyat
Rûpel 336
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 1
Berg Karton