Suhbeta Sed Eşîran

Suhbeta Sed Eşîran

83 salî ye. Derbarê eşîr, malbat, kesayet, gund, coxrafya û dîroka Colemergê de xwediyê agahiyên gelek cuda ye.
Bûyerên li van deran qewimîne, bi cih, bi sal û bi nav dizane.
Bi salan çi rûbirû, çi jî bi rêya telefonê ji rûspî, maqûl û mezinên eşîran agahî girtine û nivîsîne.
Ev pirtûk xebateke dîroka devkî ye.
Di vê pirtûkê de behsa gelek gundan û serokên eşîran tê kirin.
Abdulkadir Kızılkaya di vê pirtûka xwe de behsa bûyerên li herêma Colemergê qewimîne, mijarên dîrokî, folklor û kelepûra herêmê kiriye.
Agahiyên xwe bi uslûba sohbete dide; di vê pirtûka xwe de, bi hin peyvên berzebûyî, yan jî hatine jibîrkirin zimanekî dewlemend bi kar tîne.

Abdulkadir Kızılkaya (Gûzereşî)

Abdulkadir Kızılkaya (Gûzereşî) di sala 1941an de, 15ê Çileyê Paşin (Çile) hatiye dinyayê. Navê dêya wî Eyşê ye. Navê bavê wî Ebo ye, kurê Saîd, kurê Alî, kurê Îsiv, kurê Abdulkerîm. Dibe ku di sala 1800an de xwedan jin û mal be. Sê kurên Abdulkerîm hebûn; Mela Mûsa, Silêman û Ûsiv. Her yek ji vana ocaxek bi dû wan ketiye. Seîdê babê Ebo di sala 1870an de hatiye dinyayê. Di 75 saliya xwe de, di 1944an de meha Îlonê çûye ber rehma Xwedê. Eboyê kurê wî di 1897an de hatiye dinyayê û di 1974an de 27ê Tebaxê roja sêşemê çûye li ber rehma Xwedê. Xwedê li me hemûyan xweş be. Du birayên Ebo hebûn: Yasîn û Silêman. Nifşa wan hejmara çend zelaman in.


Navê Kitêbê Suhbeta Sed Eşîran
Navê Orîjînal -
Nivîskar Abdulkadir Kızılkaya (Gûzereşî)
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-17-6
Cûre Lêkolîn
Rûpel 168
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton