Kela Dimdimê û Xanê Lepzêrîn

Kela Dimdimê û Xanê Lepzêrîn

Kela Dimdimê û Xanê Lepzêrîn Bûyerên Kela Dimdimê jî wek çîrokên devkî derbasî nav edebiyata kurdan bûne, bûne bingeha hûnandina destanên helbestkî, roman û bingeha lêkolînên zanyaran. Dimdim bi serhatiya xwe bûye mijara çêbûna beyta Xanê Lepzêrîn û bi destê dewrêşên kurdan gund bi gund, zome bi zome geriyaye. Teqla qafiya vê beytê bi xwe teqla dafikê ye. Dibêjin gava dewrêş an dengbêj ev beyt gotine, cimaet bi dîwankî li dora xwe dane rûniştandin û bi xwe jî li ortê rûniştine û wek şervan, wek piyesan gotine. Wexta neqilkirinê, dema hatine ser dîmenên mêrxasiyê, bi kela xwe ji cihê xwe baz dane, kirine qîr û hawar, pêsîra guhdaran badane, bi wan re şer kirine, li dora xwe xelk bi dîmenên rengîn zindî kirine û bi heyecan hiştine.

Navê Kitêbê Kela Dimdimê û Xanê Lepzêrîn
Navê Orîjînal -
Nivîskar Casimê Celîl
Wergêr / Lêkolîner Casimê Celîl û Emerê Celalî
ISBN 978-9944-360-96-8
Cûre Helbest
Rûpel 88
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2011
Çapa Çendan 1
Berg Karton