Kaniya Stranan

Kaniya Stranan

Di edebiyata Kurdî ya devkî de cûreyê ji hemiyan dewlemendtir stran e. Peyva “stran” ji gotina “strîn”ê tê. Strîn ji bo gotinên birîtm û selîqe tê gotin. Dema em dibêjin stran, em di heman demê de behsa lawij, lawik, şeşbendî, narînk, serê zava, miqam, kilam, peste, heyranok, payîzok, berîte, dîlok, zêmar, laylayê, serîlêk, delêl, medîhe, qewlêrk û hwd. dikin. Strana Kurdî heta niha bi awayekî rêkûpêk nehatiye vekolîn. Ev xebatahan di encama sê salan de hatiye amadekirin û em hêvî dikin ku vê valahiyê dagire. Stranên vê kitêbê, pêşî yeko yeko bi deng hatine qeydkirin, paşê jî li ser kaxezê hatine nivisîn. Nivîskar Yaşar Kaplan, jêderên vê xebatê kî ne, naveroka stranan çi ye, strana Kurdî çend birr e, her birr di nava xwe de dabeşî çend birran dibe tevan dibêje û ji aliyê formê ve strana Kurdî dinirxîne.

Navê Kitêbê Kaniya Stranan
Navê Orîjînal -
Nivîskar Yaşar Kaplan
Wergêr / Lêkolîner Yaşar Kaplan
ISBN 978 605 5053 61 1
Cûre Folklor
Rûpel 712
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 1
Berg Karton