ÇEND GOTIN LI SER BELQITÎYA XURŞÎD MÎRZENGÎ


ÇEND GOTIN LI SER BELQITÎYA XURŞÎD MÎRZENGÎ

Selamî Baran

Romana Belqitî bi şêwazeke sosyolojîk hatîye nivîsandin, salên piştî avabûna Komara Tirkîyeyê rewşa gundî û bajarîyan, zilm û zora li ser kurdan û qedexekirina zimanê kurdî bi awayekî eşkere berpêşî xwendevanan dike, feqîrî û belengazîya cîvatê, zilm û zordarîya hikûmatê û qolçîyên şaredarîyê eşkere tîne ber çavên xwandevanan.
Ev zilm û zordarîya ku li kurdan û li zimanê kurdî tê kirin nivîskar wiha tîne ber çavan; Çawîşê Şeredarîyê ji gundî dipirse: ” – Çiwallarinda ne war?
Ji bona mêrik Tirkî nezane dîsa deng nake.
Çawîşê Şeredarîyê sil bû:
-Sana söyliyorum ulan çiwallarında ne war?
Mêrik dîsa deng nekir. Ya rastî newêre qise bike. Qise bike û Tirkî nizanibe, çiwalên wî têra cezayê kurmanciya wî nakin. Dîsa bersiv neda.
Ji wan çawîşan yek sil dibe û dîsa bi hêrs serê qûndereya xwe ya tûj bi hijdîna li çiwalê mêrik dide û dipirse:
-Sana söyliyorum ulan, ses sana gelmiyor, çiwallarında ne war?
Mêrikê xwedîyê çiwalan, dizane ku bê dengî jî sûc e, ji bê mecalî bersiva wî dide:
-Nedir medir.
Pivazê Xirbe Qeyadir.
Her serkî bîr weqîdir.
Kîlosî didu û nîvadir.
Qeymeqamê Mazêdaxê gatîye: Kurmancî qonişmax yasaxdir.
Her gotinekî cezasî bîst quriş û nîvadir.
Yê pereyên wî tune, hefsî wardir.
Te bi pozê qûnderê li çiwalê min xist, di hundir de şikyadir. Qey tu nizanî pîvazdir.”(r.129)

Nivîskarê pirtûkê Xurşîd Mîrzengî di sala 1950an da li gundê Zengê ( Lîcê/Amed ) ji dayîk bûye, piştî wefatkirina bavê wî malbata wî ji gund koç dikin têne Amedê, heta 14 salîya xwe di medreseyan da dixwîne û di sala 1968an da ji bo xwendine bar dike Stenbolê. Di sala 1978an da vedigere Amedê, di sala 1980an da ji ber fikrên xwe yên polîtîk tê girtin, di sala 1982an da ji ber sedemên polîtîk ji welat bar dike Şamê, Di dawîya sala 1983an da ji Şamê diçe Ewropayê, li Stockholmê bi cih dibe di sala 1988an da bi Kurdî dest bi nivîsa romanan dike, niha jî li Parîsê niştecih e. Heya niha bi navê Sînor, Ristemê Zal, Belqitî û Yankesiciyim Efendim berhemên wî çap bûne, çend romanên wî yên hîn çapnebûyî jî hene.


Xurşîd Mîrzengî

Kitêb ji 25 bêşan pêk tê û her beş bi hev ve girêdayîne, mesele û bûyerên romanê her çiqas di derheqê jiyana Belqitî da be jî di navbera salên 1930 – 1945an de gelek agahîyên berfireh dide xwandevanan, ji çem û çîyayên gundan ji bax û bostanan, ji amûr aletê wan ji rabûn û rûniştina wan ji tevgerên gundî û bajarîyan, ji xwarin û vexwarina wan, ji cil û bergên wan, ji kuçe û kolanan, xan û dikanên bajarî fireh fireh behs dike. Xurşîd Mîrzengî bi destê xwandevanan digire û dibe wan salan.

Romana Belqitî di şeveke tarî da di nav berf û barana zivistê da bi welidîndina Belqitî destpê dike û li bajarê Amedê berdewam dike. Jidayîkbûna Belqitî pir bi zor û zahmetî dibe ji ber vê yekê jinên ku alîkarîya welidîna wî dikin bi vî awayî leqebê lê dikin; Belqitî. Roman navê xwe ji lehengê sereke digire, wateya Belqitî ji weha ye; li gorî şêx û meleyan dareke mezin di bihuştê da heye, gava ku zarokek tê dinyayê, pelek (belg) bi wê darê ve şîn dibe dema ew kes li dinyayê her ku mezin dibe û bejn davêje, ew belga wî kesî ya bi wê darê ve jî mezin dibe, dema ew kes kal dibe û mirina wî nêz dibe, ew belg jî zer dibe û diçilmise dema ew kes li dinyayê dimire, ew belg jî ji wê darê diqete û dikeve, dema ji yekî ra bêjin belqitîyo bi wateya ku belgê (pelê) te ji darê biqete, ango tu yê bimirî. Belqitî di nava gelê me da bi vî awayî cih girtiye û wek nifir tê gotin.

Belqitî, zarokekî sêwî û belengaz e, malbata wî nikare debara xwe bike, Belqitî ji sedema feqîrî û belengazîye ji bax û bostanên gundîyan dizîya fêkî û mirîşkan dike û her ku mezin dibe, dibe tofan, dibe dizekî pispor. Lê gundî jî gelek zilm û zordarî li Belqitî dikin û ji cîvakê dûr dixînin, Belqitî ji xwe ra pergalekê ava dike û li gorî vê pergalê hem ji gundîyan heyfa xwe hildide hem jî ji qolçîyên bê wijdan ku di bajarî da zilm û zordarî li gundîyan dikin heyfa xwe û heyfa gelê xwe hildide. Her wiha tolhildêr diz be tola wî jî li gorî wî dibe.

Romana Belqitî hem ji alîyê ziman ve hem jî ji gotinên peşîyan ve gelek berhemeke dewlemend e. Xurşîd Mîrzengî di berhema xwe da peyvên ku li ber mirinê ne, di romanê da bi kar tîne û wan peyvên ku dinexşîn e wan jibîrkirinê xelas dike. Di dawîya romanê da ji bo wan peyvan ferhengek heye. Her wiha hem ji alîyê gotinan hem jî ji alîyê nifiran ku di zimanê rojane da di devê gelê me da bûnê pelesenk tam di şûnê da û bî zanayî bi kar anîye û wan xweşgotin û nifiran ji çand û hunera devkî girtiyê û li wêjeya nivîskî zêde kirîye.
Çend mînak ji xweş gotinan; “Kevir li ber te bibe hevîr.” Bila pêçîyên te li keviran nekevin lawo.” “Xwadê riya rast bide ber te.” (r.50)
Çend mînak ji nifiran; “Rûn ji çavên te birije.” “Ava reş bi ser çavên te de were.” “Ew destên te kevçî negrin.” “Stûyê te di heft cîyan de bişikê.” (r.59)
“Yeka te nebe dido.” “Kilêta heftpûtê li derî keto.” “Tu dest biavêjî çi di destê te de hişk bibe lavo.” “Cegera te qul bibe, di dewê te de be.” “Şîşa cinan li ser dilê te keto.” “Rizqê te biqele, bîna nan ji turê te neyê.” (r.60)


Belqitî, Nûbihar, 2015, Stenbol

Xwendevan dikare di cerçoveya dagirkerî û netewe-dewleteê da têkiliya polîtikayên zimanî û desthilatdariya aborî, siyasî, candî, bîrdozî û îdarî analîz bike. Em baş dibînin qedexekirina ziman yek bi yek hemî kurdan qut dike, ew kes hene ku tirsan nikarin zimanê dagirkeran biaxifin û dibin kesên ker û lal, ev jî nîşanîya tinebûnê ye, ji ber ku her lehengekî/ê romanê dibe xofeke kavil di dewsa xwe da digevize.
Bi vî awayî ve jî birêvebirina netewî ya mêtingehê derdikeve holê. Hemberê kesên di romanê da nîjadperestîyeke xurt û tawanbar heye, lehengê sereke Belqitî daxuyanîya raperîneke nîvco mayî ye, analîzkirina nivîskar serdema xwe gelekî baş nîşan dide, bi vê nîşankirinê ve xwendevanên kurdî her yek ji wan dibin lehengên romanê.

Ez dikarim bibêjim ku ev berhem ji bo wêjeya kurdî mînakeke balkêş e. Xwendevanên hêja ji bo pêşveçûna wêjeya kurdî divê teqez vê berhema hêja bixwînin û bidin xwendin.

ev nivîs cara pêşî li vir hatiye belavkirin: https://lavlavk.wordpress.com/2019/05/01/cend-gotin-li-ser-belqitiya-xursid-mirzengi-selami-baran/

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook