Xebatên Nûbiharê yên 2022an


Xebatên Nûbiharê  yên 2022an

Nûbihar

PANAROMAYA SALA 2022AN A NÛBIHARÊ

Sala 2022an jî qediya, me wek weşanxaneya Nûbiharê di vê salê de jî xebatên xwe berdewam kir. Wek sala 2021an îsal jî qeyrana aborî dewam kir; nirxê kaxiz, şandina kargo û mesrefên din bilind bûn. Li hember van me dîsa jî pirtûkên nû û yên dûbare çap kir, tevlî fûara bûn û pirtûkan gihand ber destê xwandevan.

Li jêr hûn dikarin bibînin ku me di 2022an de çi xebatan kiriye.

KOVAR
Di 30 saliya xwe de kovara Nûbiharê weşana xwe berdewam dike. Di nava sala 2022an de hejmarên kovarê yên 158, 159, 160, 161 derketin.
Kovara Nûbihar Akademî jî di sala 2021an de hejmara xwe ya 17an weşand

PIRTÛKÊN CARDIN ÇAP BÛNE

Nûbihar di sala 2022an de 40 pirtûkên çapa wan qediyabûn cardin çap kir.
+ Kürtler Ve Kürdistan Tarihi gihişt çapa 14an.
+ Mem û Zîn - M. Said Ramazan El-Bûti çapa xwe ya 11an kir.
+ Melayê Cizîrî (Kürtçe Metin-Türkçe Çeviri) û Şerefname (1.Cilt) xwe gihandin çapa 8an.
+ A' Dan Z' Ye Kürtler çapa 7an kir.
+Dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîn, Mewlûd-Mela Huseynê Bateyî, Zembîlfiroş, û Şerefname (2.Cilt) bi çapên xwe yên 6an derketin.
+ Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2 û Mela Huseynê Bateyî çapa 4an derket.
+ Dengbêj Reso Antolojiya Dengbêjan 1, Evdalê Zeynikê, Ferhenga Çapemeniya Kurdî, Nehcul Enam & Eqîda Îmanê û Tarihsel Süreçte Kürt Coğrafyasında Tasavvuf Ve Tarikatlar çapa 3em derketin.
+ 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok, Akkoyunlu-Kürt İlişkileri, Aşiretler Tarihi, Berdin Bila Tarî Be, Bi Xatirê Te Zimano, Çîrokên Efsaneyî Yên Kurdan, Destana Zembîlfiroş û Gulxatûn, Dîwan Derdê Welat, Fablên Kurdî, Feqiyê Teyran (Kürtçe Metin-Türkçe Çeviri), Însan Bi Çi Dijî, Kadiz, Karabasan Bir Selahaddin Romanı, Kerr û Kulik, Kulîlka Evîna Bêdeng, Kürtlerin Gelenek ve Görenekleri, Mîrektiya Bitlisê, Osmanlı'nın Son Yüzyılında Kürtler, Pilingê Serhedê, Reso Şahê Dengbêjan, Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd, Sûc û Ceza, Said Kürtlüğün Kayıp Risalesi çapa wan ya 2. derket.

PIRTÛKÊN NÛ YÊN 2022AN

Di sala 2022an de 48 pirtûkên nû li rafên me zêde bûn. Ji van 4 hebê wan bi Tirkî 44an wan jî bi Kurdî çap bûn. Ji van 44 heban 4 jê bi Elfabeya Erebî, 7 jê bi zaravaya Kirmanckî, 33 heb jî bi Kurmancî ne.
+++
Di nava sala 2022an de 4 berhemên me bi Elfabeya Erebî derketin.
Neynika Muhemmedî / Mela Muhemmedê Şoşikî / Dînî
Mijarên Bijare / Mela Muhemmedê Şoşikî / Dînî
Keskesora Zêrîn / Mela Muhemmedê Şoşikî / Dînî
Misk û Enber / Abdurrahim Esen / Dînî
+++
Çar pirtûkên nû yên sala 2022an bi Tirkî ne. Hêjayê gitinê ye ku pirtûka me Said Kürtlüğün Kayıp Risalesi di nava meheke de çapa xwe ya duduyan kir.

Süleymaniye’den İstanbul’a Bir Kürt Aydını Emin Feyzi Bey’in Hatıraları (1862-1929),
Sosyalist Kürtler, Kürdoloji Çalışmaları Grubu Koma Xebatên Kurdolojiyê / Biyografî
Kürt Edebiyatında Şiir Ve Halk Şarkıları Tahlilleri, Abdurrahman Gümgüm / Lêkolîn
Said Kürtlüğün Kayıp Risalesi / Muhyiddin Zınar / Monografî
+++
Asoya peyvên sermest / m. Zahir kayan / Helbest
Dîwana ‘Işqê / Mela Ehmed Yalar / Helbest
Meremê dilê kurd / Şikoyê Hesen / Latînîzekirina ji Kirîlî Ömer Faruk Feyat / Helbest
Perweza weten / Şikoyê Hesen / Latînîzekirina ji Kirîlî Ömer Faruk Feyat / Helbest
Qalçîçek / Şikoyê Hesen / Latînîzekirina ji Kirîlî Ömer Faruk Feyat / Helbest
Tembûrê kurda / Şikoyê Hesen / Latînîzekirina ji Kirîlî Ömer Faruk Feyat / Helbest
Hîç - sî - saya / m. Zahir kayan / Helbest
Weke şebnemekê / Bamed Serdar / Helbast
Şahnameya kurdan civîna nemiran / Mela Ahmedê Palo / Amadekar: Mehmet Yıldırımçakar, Veysel Başçı, Yakup Aykaç, Rêzan Palo / Helbest
Ferhengê Zazakî [Dimilî, Kirmancî, Kirdî] Türkçe açıklamalı / Şaban Şenateş / Ferheng
Gotinên pêşiyên kurdan bi zimanê gundan / Mihyedînê Mihemedê Remo / Folklor
Newayên mutrib û çengên kurdan / Ebdulkerîm Surûş / Folklor
Folklor û civat / (Folklor, wêje, ziman, çand, xeyset, muzîk, urf û adet, dîrok) / Aram Gernas / Folklor
Hekîmtiya kurmancî / Tekin Çifçi / Kurdolojî
Fonemên kurdî ên kurdolog û seyyahên rojavayî (1787-1887) / Raif Yaman / Kurdolojî
Abdulla Peşêw rizgarkerê dawî yê helbesta kurdî / Zülküf Ergün / Lêkolîn
Şerha dîwana Ehmedê Xanî / Tehsîn Îbrahîm Doskî / Lêkolînên Edebî
Ji hewşa xelkê guldesteyek ji kurteçîroka Almanî / Werger: Abdullah İncekan / Çîrok
Sal mîna bawîşkan derbas dibin / Nîhatê Hecî Şakir / çîrok
Spêle / Rûbar Elî / Çîrok
Kevirê selîm / Mem Med / Çîrok
Şevên derîhesin / Dağıstan Karakoç / Roman
Welatê sosinên spî Fînlanda / Grigori Petrov / Werger: Medenî Öğüt / Roman
Şebçirax- romana Melayê Cizîrî / Gülistan Çoban / Roman
Sînor / Xurşîd Mîrzengî / Roman
Dilşa dest bi dibistanê dike / Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Abdullah İncekan / Zarok
Dilşa diçe bexçeyê heywanan / Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Selman Dilovan / Zarok
Dilşa futbolê dilîze/ Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Selman Dilovan / Zarok
Dilşa hînî ajotina biskilêtê dibe/ Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Abdullah İncekan / Zarok
Dilşa li nexweşxaneyê ye/ Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Aslı Kaya / Zarok
Dilşa wenda dibe/ Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Abdullah İncekan / Zarok
Cilên qral ên nû / Hans Christian Andersen / Werger: Leyla Alûcî / Zarok
Rizgarkirina jaydenê / Vladimir Tumanov / Werger: Şehmus Kurt / Zarok
Zarokên li ber tevna mehfûrê / Hûşengê Moradîyê Kirmanî / Werger: Kenan Subaşı / Zarok
Dilşa banderê ramitişê bîsîklete bena / Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Bîlal Zîlan, Murat Başaran / Zarok
Dilşa dest bi mekteb kena / Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Bîlal Zîlan, Murat Başaran / Zarok
Dilşa futbol kay kena / Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Bîlal Zîlan, Murat Başaran / Zarok
Dilşa nêweşxane de ya/ Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Bîlal Zîlan, Murat Başaran / Zarok
Dilşa şona baxçeyê heywanan / Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Bîlal Zîlan, Murat Başaran / Zarok
Dilşa vîndî bena / Liane Schneider / Wêne: Eva Wanzel- Bürger / Werger: Bîlal Zîlan, Murat Başaran / Zarok
  
SALNAME
Kevneşopiya weşanxana me Salname wek her sal dîsa derket. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din…
Di rûyê pêş de jî; gotinên navdar û yên pêşiyan, mealên ayet û hedîsan, bûyerên di wê rojê de qewimî û wextên nimêjê cî girtine.
Kartonên ku îsal bi salnameyê re hatine dayin heyşt in: Bajarê Bazîdê û Kele, Bajarê Diyarbekir, Mizgefta Îbrahîm Xelîl Riha, Bajar û Kela Wanê, Bedîûzzeman, Selaheddîn Eyûbî, Şerefxanê Bedlîsî, Ahmedê Xanî.
 
FÛARA PIRTÛKAN
Di 2022an de em tevlî 10 fûaran bûn.

Di navbera 26 Adar-03 Nîsanê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Stenbolê bûn.
Di navbera 13-22ê Gulanê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Meletiyê bûn.
Di navbera 14-22ê Gulanê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Kocaeli bûn.
Di navbera 20-29ê Gulanê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Semsûrê bûn.
Di navbera 20-29ê Gulanê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Entabê bûn.
Di navbera 25-29ê Gulanê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Bitlîsê bûn.
Di navbera 30 Îlon-9 Cotmehê de em tevlî Fûara Pirtûkan a İzmirê bûn.
Di navbera 13-24 Cotmehê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Batmanê bûn.
Di navbera 22-29 Cotmehê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Qamişlo bûn.
Di navbera 03-11ê Çileya Pêşîn de em tevlî Fûara Pirtûkan a Rihayê bûn.
Di navbera 03-11ê Çileya Pêşîn de em tevlî Fûara Pirtûkan a Stenbolê bûn.
Li Fûara Pirtûkan a Stenbolê, di 10ê Çileya Pêşîn de nivîskarê me Muhyiddin Zınar li ser pirtûka xwe bi navê “Said Kürtlüğün Kayıp Risalesi” axaftineke kir.
 
PODCAST
Di sala 2022an de Nûbihar Podcast dest bi weşanê kir. Ji meha Tebaxê heta dawiya salê li ser Nûbihar Podcastê 4 beş hatin belavkirin.
Di beşa yekem de bi Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Süleyman Çevik re li ser serpêhatî û xebatên wî hat axaftin.
Di beşa duyem de Nîhatê Hecî Şakir re li ser berhema wî ya nû derçûyî ya bi navê “Sal mîna bawîşkan derbas dibûn” hat axaftin.
Di beşa sisiyan de li Huseyn Zana re li ser edîtoriyê û klasîkên Kurdî hat axaftin.
Di beşa çaran de bi Dr. Tekin Çifçi re li ser berhema wî ya “Hekîmtiya Kurmancî” hat axaftin.
 
**
Di 2022an de Nûbihar ji bo mamoste û xwandekarên Dersa Kurdî ya Hilbijartî hilbijartibûn soza 5000 pirtûkên zarokan dabû. Pirtûk li dibistanên dersa Kurdî lê heye hatin belavkirin.
 
Û helbet bi dehan kêfxweşî û westandinên din.
Û dûbare, em spasdarê ew kasan in ku tevlî çîroka me bûne.

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook