Di sala 2021an de Weşanxaneya Nûbihar


Di sala 2021an de Weşanxaneya Nûbihar

Nûbihar

Di sala 2021an de Weşanxaneya Nûbihar
 
Di nava sala 2021an de weşanxaneya me ji cihê yê berê, Yumni İş Merkezi ku 19 salan li wir bû bar kir avahiya xwe ya nû. Avahahiya me ya nû li Kadınlar Pazarı, li kêleka benda avê ya dîrokî ye. Di avahiyê de qatek ji bo nîşandayîn û firotina pirtûkan e, qateke jî ofîsên xebatê ne.
Bo li ser nexşeyê cîhnîşana me bibînî: https://www.google.com/maps/place/N%C3%BBbihar+Yay%C4%B1nlar%C4%B1/@41.0169621,28.9517862,17z/data=!3m1!4b1!4m5!3m4!1s0x14cab98ed67696db:0x9a05d44141a61520!8m2!3d41.0169472!4d28.9539692
 
PIRTÛK
Her çiqas ji bo çapkirin û belavkirina pirtûkan saleke dijwar be jî me hewl da ku em zêdetir pirtûk û bi qalîteyeke baş bigihînin ber destê xwandevanan. Ji ber ku ev çend salên dawî pereyê Tirkiyeyê li hember pereyên din nirxê xwe wenda dike ev tişt jî bandoreke xirab li ser weşangeriyê dike. Buhayê kaxiz ji hedê xwe zêdetir bilind bû û peydekirina wî zehmetir bû. Dîsa jî me nexwest vê bihabûnê ji xwe re bikin hincet û xebata xwe sist bigrin.
 
Pirtûkên Cardin Çap bûne
Me di 2021na de 16 pirtûkên çapa wan qediyabûn cardin çap kir.
101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok, 1925 Hareketi Azadi Cemiyeti, Daweta Noko û Nîskê, Destana Zembîlfiroş û Gulxatûn, Du Legleg Zozan û Gernas, Kenê Miriyan Gunehê Guran, Rêzimana Kurdî (Kurmancî-Soranî) çapên wan a duduyan hat kirin.
Dengbêj Şakiro - Antolojiya Dengbêjan 2, Leyl-Name, Sultan Abdulhamid ve Kürtler, Şeyh Said Hareketi Sonrası Pêçar Tenkil Harekâtı/1927 çapa xwe ya sisiyan kirin.
Büyük Kürt Mucit Ebul-İz El-Cezeri çapa xwe ya çaran kir.
Melayê Cizîrî (Kurdî-Türkçe), Siyamend û Xecê çapa xwe ya heftan kirin.
Kendi Kendine Kolay Farsça çapa nehan kir.
Kürtler Ve Kürdistan Tarihi jî çapa xwe ya 13an kir.
 
Pirtûkên Nû
Di 2021an de bi tevahî 26 pirtûkên nû hatin çapkirin. Ji van 26 pirtûkan 4 jê bi Tirkî, 22 Kurdî ne.
Ji Elî Eşref Dervîşiyan Abşûranê Cafer Acar û Demsala Nan jî Zülküf Ergün ji Farisî bo Kurdî wergerand. Ev herdu berhemên ku berdewamiya hev in ji bîranînên Dervîşiyan pêk tên. Ev herdû berhemên di çerçovaya “Edebiyata Zarok û Nûciwanan” de hatin çapkirin û berdewamiya vê seriyê dê were.
Romana Haşim Ferhadî ya bi navê Berxwedana Qehremanan Serdar Êwaz Xanê Celalî ji hêla Cimoyê Merûf ji Farisî hat wergerandin. Ev romana bingeha xwe ji bûyerên rastî yên Kurdên Xoresanê digre. Mijara romanê berxwedan û serhildana bi pêşengiya Serdar Êwaz Xanê Celalî ya li hember Ûrisan e.
Romana Berxwedan ya Mezher Bozan rêwitiya Dawûd ya derûnî û spîrîtualî ye. Dawûdê ji welatê xwe veqetiyaye li peneberiyê rastî gelek zehmetiyan tê û ev zehmetî li ser derûniya wî bandoreke mezin dike.
Sala Şewatê ya Xurşîd Mîrzengî firarên piştî serhildana Şêx Seîd ên li herêmê dimînin dike mijar ji xwe re. Roman ji hêleke ve wek alternatîv bîra devkî ya li dervayî bîra fermî mane derdixe pêş.
Rojbîn Ozkan di berhema xwe ya Qenewîç de çîrokên jinên Kurdan vedibêje. Ew jinên di nav civakê de fetisîne, jinên ji xwe li re rêyekê digerin û her wiha jinên bi her awayî xwe û çîroka xwe temam kirine.
Kenê Reş çîrokên Diya Ciwan in. Çîrokên di pirtûkê de bi têra xwe paliyane û tameke bêhempa di devê xwendavan de dihêlin.
Di Pira Çandê de Mehmet Feti Ceylan behsa bîranînên xwe yê zarokatiyê edet û pêkhatinên di wî dewrêde ku di roja me de wenda bûne dike. Her çiqas ev berhem bi herêma Elazîzê sînordar be jî mijarên tên behskirin di nava hemû Kurdan de berbelav bûn.
Meşa Bêdawî, Mistefa Barzanî romaneke bîyografîk e ku ji hêla Mihemed Seîd Temel ve hatiye nivîsandin. Jiyana Mistefa Barzanî ji zarokatiya wî heta dawiya jiyana wî dibe mijara romanê.
Stêrka Evînê berhema helbestan a Kevok Mizgîn e.
Kürt Hikayesi (Tarihi Metinler, Menkıbeler, Seyahatnâmeler, Hatıralar ve Kürt Hikayesinden Seçkiler) de Bekir Biçer bi zimanê Tirkî çi behsên li ser Kurdan hatine kirin tomar kirine. Ev berhevkirin ji metnên nivîskî hatine kirin.
Berhema 'Adat  Û Rusûmetname'ê Tewayifê Ekradiye ya Mela Mehmûdê Bazidî Murad Celalî amade kir. Di pirtûkê de bi tîpîn latînî û metnê orjînal heye. Cara ewil e tevî destxeta Bazîdî bi xwe hatiye wwşandin.
Hîkayetêd Kurmancî ya Mela Mehmûdê Bazidî ji hêla Hêrîş Kemal Rêkanî ve hat amade kirin. Di van 84 çîrokên kurt ên Bazidî de behsa gelek bûyerên di dewra xwe de tê kirin. Li kêleka latînî metna orjînal jî di pirtûkê de cih digre.
Ji Antolojiya dengbêjan ya 3an Dengbêj Huseyno bi awayeke bi cild û bê cild derket. Di antolojiyê de Reso û Şakiro beriya îsal hatibûn çapkirin.
Di Folklora Qerejdaxê de Mehmet Güzeler Pirsên Pêşiyan, Biwêj, Qirwelk, Nifir û Duayên herêma Qerejdaxê daye hev.
Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd bi sê zimanan ji hêla Nevin Reşan Güngör ve hat amadekirin. Berhema ku naveroka wê ji sernavên cilûberg, kofî, aksesûwar û xişr, gore û sol, nîgarên destî yên li ser qumaşan, makîneyên tevnê û aletên destî, qalibên cilan û xişir pêk hatî, dê meraqdarên xwe derxîne geryaneke bikêf a cografîk û tarîxî ya çanda Kurdan. Digel van yekan, di serê berhemê de bi sê zimanan –Tirkî, Kurdî, Îngilizî- li ser hewcedarî û geşedana lixwekirinê, erkên lixwekirinê, nîşaneyên çandî û neteweyî yên lixwekirinê, mode, jina Kurd û xişrên wê, dîroka cilûbergên jina Kurd “destpêk”eke berfireh û dirêj jî hatiye nivîsîn.
Berhema Hikûmeta Kurdistanê (Kanûna Pêşîn 1946-Kanûna Paşîn 1946) Kurd di nav Leyzên Sovyetê de ya Newşîrwan Mistefa Emîn ji Soranî Ziya Avci wergerand.
Buhranda Bir Kürt Aydını Bitlisli Kemal Fevzi ve Üç Eseri de Mehmet Emin Purçak li ser hersê berhemên Kemal Fevzi disekine û analîza wan dike.
Aşiretler Tarihi de İbrahim Bozkurt bi awayeke berfireh behsa dîroka eşîrên li Kurdistanê dike. Ev berhema dê ji gelek lêkolînan re bibe çavkanî bi têra xwe li ser xebitînê hew dike.
Eşqname 100 Xezalên Mewlana yên Bijarte ji hêla Hayrullah Acar ve li Kurmancî hatin wergerandin. Ev helbest ji dîwana Mewlana ya bi navê Dîwana Kebîr hat girtin. Acar wergerên xwe di Kovara Nûbihar de berdewam dike.
Dîwana Namî - Fehmî Begê Pêçarî ku metn û lêkolîna wî Yunus Demir kiriye ji gelek aliyan ve ji dîwanên din vediqete. Dîwan bi zimaneke giran lê bi hûnerên edebî tije ye. Her wiha destxetê dîwanê gelek serkeftî ne.
Feqiyê Teyran Metnê Kurdî & Tirkî ku Ali Karadeniz wergerandiye; him Kurmanciya wî him jî Tirkiya wî di li hemberê hev cih digrin.
Pirtûka fêrbûna ziman Ez Kurdî Hîn Dibim-Pratik Kürtçe Dersleri 2 ya Dr. Abdullah İncekan derket. Ev pirtûk ji bo ew kesên dixwazin ziman fêr bibin hatiye amadekirin. Pirtûk bi CD ye.
Rêya Xelasiyê / Rayîrê Xelasiyê / Kurtuluş Yolu bi sê ziman e û ji hêla kurê Şêx Seîdê Palewî Şêx Selaheddîn ve hatî nivîsandin.
Gercüş (Kercos/Kercews) Kitabı (İnsan-Dil-Edebiyat-Tarih-Coğrafya-Kültür) ji aliyê Canser Û Sedat Kardaş ve hat amadekirin. Di berhemê de gotarên akademîsyenan yên derbarê Kercosê de cih digrin.
 
KOVAR
Wek 29 salên beriya me Kovara Nûbihar di sala 2021an de jî weşana xwe berdewam kir. Kovara me ya sê mehane 4 hejmarê xwe weşandin. Di hejmara 154an de 32 nivîs, di 155an de 37 nivîs, 156an de 39 nivîs, 157an de 35 nivîs hatin weşandin. Bi tevahî 143 nivîskar bi nivîsên xwe cih girtin.
Kovara Nûbihar Akademî jî di sala 2021an de hejmara xwe ya 15an weşand. Di vê hejmarê de jî 7 nivîs cih digre.
 
SALNAME
Kevneşopiya weşanxana me Salname wek her sal dîsa derket. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û gelek tiştên din…
Di rûyê pêş de jî; gotinên navdar û yên pêşiyan, mealên ayet û hedîsan, bûyerên di wê rojê de qewimî û wextên nimêjê cî girtine.
Kartonên ku îsal bi salnameyê re hatine dayin heft in: Bajarê Bazîdê û Kele, Bazara Diyarbekir, Mizgefta Îbrahîm Xelîl Riha, Bajar û Kela Wanê, Bedîûzzeman, Selaheddîn Eyûbî, Şerefxanê Bedlîsî.

FÛARA PIRTÛKAN
Di 2021an de em tevlî çar fûaran bûn. Di van fûaran de bi eleqeya xwendevan û gel em gelek şanaz bûn. Gelek kes standa me ziyaret kirin, alîkarî dan me û xwastekên xwe gihandin me.
Di navbera 22-31ê Cotmehê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Ankara bûn.
Di navbera 27 Cotmeh û 7 Mijdarê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Batmanê bûn.
Di navbera 5-14 Mijdarê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Rihayê bûn.
Herî dawî jî em di navbera 20-28ê Mijdarê de em tevlî Fûara Pirtûkan a Mersinê bûn.
 
Ji bo sala 2022an xebatê me berdewam in.
Em spasdarê ew kasan in ku tevlî çîroka me bûne.

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook